23 mars 2016

Emerîka zane make terorîstan Tirkiye ye

Li gorî medyaya tirk dinivîse û wek kompleyeke li hemberî Tirkiyê bi nav dikin, Emerîka û Rûsya dixwazin Tirkiyê têxin lîsteya welatên destega malî didin terorîstan.
Yanî Emerîka û Rûsya dixwazin Tirkiyê wek welatê hevalbendê Daîşê îlan bikin.
Hêvî dikim xeber rast be û bi rastî jî wisa bikin. Herçî hevalbendiya Tirkiyê ya bi Daîşê ra helbert Emerîka û Rûsya pir baş zanin û destê wan da gelek delîl hene . Lê ewê van delîlan têxin praktîkê ya na di rojên pêş da emê bibînin.
Tirkiye di sala 2014a da ji lîsteya welatên perê reş spî dikin derket.
Li gorî xeberê ji bo ku Tirkiyê dîsa têxe lîste welatên piştgiriya malî bi terorîstan ra dike û perê reş spî dike, gava pêşî Emerîkayê avêtiye.
Wek tê zanîn ev demeke qala 3 bankeyên Tirkiyê yên mezin yên perê reş spî dike tê kirin, tê gotin ku Emerîkayê tespît kiriye ku 3 bankeyên Tirkiyê yên mezin ji terorîstan ra perê reş spî dikin.
Û herî dawî jî roja şemiyê Reza Sarrafê şirîk û hevkarê Erdogan û AKPê li Emerîkayê hat girtin.
Emerîka ji zûda ve bû li dû Sarraf bû. Ji ber ku Sarraf li ser navê hukûmeta AKPê bi Îranê û mafyayê ra gelek tiştên tarî û gelek şûcên mezin kiriye, ji bo Tirkiyê gelek perê reş spî kiriye. Lema jî pir ne dûr e ku serê îtîrafên Sarraf here bigihîje hukûmeta AKPê û Erdogan jî.
Miheqeq têkiliya girtina Reza Sarraf û van xeberên dawî yên li ser Tirkiyê bi hev ra heye.
Kûpê sirrê Erdogan û hukûmeta AKPê Reza Sarraf nuha di destê FBI da ye, ewê gelek tiştî pê bidin gotin û bi vê wesîlê gelek pîsiyên hukûmeta AKPê û Erdogan jî belkî eşkere bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE