19 mars 2016

Ev rê rêyeke şaş e

Xwîn îcar li Stenbolê rijiya, îcar li Stenbolê mirovên siwîl hatin kuştin. Kesî hîn bûyer negirtiye ser xwe, lema jî meriv nikane tiştekî bibêje.
Dewletê wisa bawer dikir ku ewê her roj bi kêfa dilê xwe kurdan bikujin, bajarên wan wêran bikin û li Tirkiyê jî ewê tiştek nebe, her kesê rehet bijî û tu zirarê nebîne.
Bi teqîna Anqerê û îro jî bi ya li Stenbolê xuya dike ku ev texmîna hukûmetê û dewletê şaş e, heta ku dewlet li Kurdistanê xwînê birjîne, di şer da israr bike li Tirkiyê jî xelkê sîl ewê zirarê bibîne û jiyana xwe wenda bikin.
Ev ne tu rê ye, ne tu hawa ye, şaş e, dewlet dibê dev ji kuştina kurdan berde. Û kurdên, hêzên van teqînan dikin jî dibê dev ji vê riyê berdin. Mesela kurd bi kuştinê, bi wêrankirina bajarên kurdan, bi teqînin li vi û li wir çareser nabe, rê, diyalog e, mase ye.

XXX
Li ser teqîna Stenbol-Taksîmê, KCKê beyaneke nivîskî da û got tu têkiliya me bi êrîşê tuneye û êrîş şermezar kir.
Baş bû ku ne ew in û êrîş şermezar kirin.
Bi qasî ku xuya dike êrîş li hemberî turîstên îsraîlî bûye. Kesê xwekuj xwe di nava 14 turîstên îsraîlî da teqandiye. Di teqînê da 4 turîstên îsraîlî û yekî îranî jiyana xwe wenda kirin.
Polîsê tirk heta nuha beyanek resmî nedeya, lê bi qasî ku xuya dike tiliya MITê di êrîşê da heye. Heger qatil Daîş be sedîsed tiliya dewletê tê heye. Dewlet bi xwîna însanan dilîze, Erdogan siyaset pir qirêj kiriye...

XXX


Artêşa tirk do bi şev bi 30 balafiran Qendîl bombebaran kirine.
Bi 30 balafiran bi tonan jahr bi ser çiya û baniyan da, bi ser serê teyr û tû, çûk û lawiran da, bi ser serê kurdan da barandine.
Çiyayê Qendîlê kirine dojeh, her der hedimandine, her der şewitandine.
Û dibêjin bira li Tirkiyê teqîn nebe….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE