11 mars 2016

Gotin xweş e lê ya muhîm kirin e


Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, do careke din şîara serxwebûnê bilind kir û got:
“Yan emê hemû ji ortê rabin yan jî emê serbixwe bibin Min berê jî gotibû, heger vê carê xwîna me birije, tenê ewê ji bo serxwebûnê be. Serxwebûn mafê me ye û me kar bo wê yekê kiriye û em nawestin.
Ez ne diçim Îranê tiştekî dibêjim û ne jî diçim Anqerê û li gorî dilê wan dipeyivim. Min li Emerîkayê jî got, em tenê xwediyê doza xwe ne. Lema jî ji bo serxwebûnê îcar ya emê hemû ji ortê rabin ya jî emê bi ser kevin.”
Bêguman ev ne cara pêşî ye serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje serxwebûn mafê me ye û emê rojekê serxwebûna xwe îlan bikin.
Feqet ev yek tim di gotinê da me ye û tu carî neketiye praktîkê. Meriv tiştek got, gelek caran sozek da, dibê derbasî praktîkê bike, ne ku tim di gotinê da bimîne. Mixabin şîara serokê Kurdistanê Barzanî heta nuha di gotinë da maye.
Helbet xwestin, gotin, hedev muhîm e, lê belê ya muhîm kirin e.
Ez bi xwe rewşa kurdên basûr li gorî salek, du sal berê, di warê aborî û siyasî da gelkî aloztir û xerabtir dibînim.
Û berpirsiyarê yekem yê vê rewsa aloz û tevlihev jî PDK ye. Têkiliya PDKê bi hemû partiyên başûrê Kurdistanê ra li gorî salek berê gelkî xerabtir e. Hêvî dikim serok Barzanî di demek kin da van gelşên heyê çareser bike û hemû hêzên kurd ji bo serxwebûnê bi tifaq herin referandûmê.
Wek min got, bilindkirina şîara serxwebûnê dil û hestê her kurdî geş dike, her kurd ji şîara serxwebûnê ra li çepikan dixe.
Lê belê ev hedef dibê êdî ji çarçeweya propagandeyê derkeve û têkeve praktîkê. Dirêjkirina demê ne di lehê kurdan da ye.
Ez dixwazim viya jî bibêjim, li hemberî serxwebûna Kurdistana başûr hêza herî tahlûke Tirkiye ye, sibe ji her kesî bêtir, çawa ku li Sûriyê li dijî her cûre azadiya kurda ye, ewê li dijî serxwebûna kurdên başûr jî derkeve.
Ji xwe bi hezaran leşkerên tirk li Kurdistanê bi cî bûne, heger Emerîka bi rengî cidî zorê nede wan, ewê tu carî bi rehetî ji Kurdistanê dernekevin.
Bira ev jî ji dîrokê ra notek be…

XXX
Her serokê kurd yê ku baweriya xwe bi soz û ahdên dewleta tirk û faris aniya li zirarê derketiye, pir û pir poşman bûye.
Bextê tirkna û farisan tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE