29 mars 2016

Heger PKK dixwaze li Sûriyê kurd bi ser kevin û tirk wenda bikin dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr xe




Ji Radyoya Dengê Emerîka beşê kurdî Mustefa Aram Acar, li ser xebatên Tirkiyê yên li Emerîkayê li dijî kurdan hin agahiyên pir muhîm dane.
Aram Acar di nivîsa xwe da gotiye Tirk li Washingtonê bi hemû hêz û rêxistinên xwe yên li Emerîkayê , bi ateşe, lobî û hemû dîplomatên xwe ve dixebitin ji bo îspat bikin ku têkiliya PYDê bi PKKê ra heye, PYD girêdayî PKKê ye. Ji bo vê xebata vê lobiyê pereyekî zêde rijandine.
Lê belê li gel vê jî dezgehên emerîkî zêde di bin tesîra propagandeya tirkan da namînin, zêde guh nadin van xebat û hewildanên tirkan yên dîplomatîk.
Lê ev şêla Emerîka, ev israra qebûlnekirina terorîstiya PYDê, Tirkiyê pir nerehet û aciz dike.
Ji bo ku Emerîka guh nede kurdên Kurdistana Sûriyê, dev ji alîkariya PYD û YPGê berde dewleta tirk her riyê diceribîne, bi milyonan pera xerc dike.
Ji ber ku Obama heta nuha hîn jî soza civînê (randevûyê) nedaye Erdogan, tirk gelkî aciz in û ji bo ku soza civînekê ji Obama bigrin wek gêrikan  dixebitin, li Washîngtonê civînê li ser civînê dikin.
Hukûmeta AKPê û tirk ne li Emerîka tenê, li Ewrûpayê jî  ji bo ku PYDê û YPGê jî bi PKKê ve girê bidin û dû ra mohra terorîstiyê li wan jî xin eynî xebatê dikin. Li Ewrûpayê jî bi milyonan pera dirijînin.
Nuha li dinyayê li hemberî PYDê û YPGê sempatiyeke mezin heye. Ji ber ku YPG li hemberî rêxistineke wek Daîşê hov şerekî bêhempa dike, gerîlayên YPGê li gelek deveran zora qatil û hovên Daîşê birin. Ev qeheremaniya gerîlayên YPGê li dinyayê olan da, sempatiyeke mezin qezenc kir. Her kes wan wek şervanên azadiyê û demokrasiyê dibîne.
Ev gelkî muhîm e.
Lema jî îmaja PYDê û YPGê him li Ewrûpay û him jî li Emerîkayê pir baş e. Loma jî Emerîka him PYDê û YPGê terorîst nabîne û him jî piştgiriyê pê ra dike.
Lê nav û îmja PKKê li Ewrûpayê û li dinyayê mixabin ne baş e, li Emerîka û Ewrûpayê di lîsteya rêxistinên terorîst da ye. Tirk di vî warî da bi ser ketin. Di viya da sûcê PKKê jî pir e. PKKê bi xwe jî karê tirkan rehet kir.
Lema tirk dixwazin PYDê û YPGê jî wek PKKê têxin lîsteya terorîstan, ji bona vê bi milyonan dolar dirjînin
Nuha derxistina PKKê ji lîsteya terorê ne mimkûn e, guhertina îmaja wê pir û pir zor e, jê ra xebat û dîplomasiyeke bi salan lazim e.
Lema jî heger PKK naxwaze PYD û YPG jî wek wê têkeve lîsteya terorê, dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr bixe.
Dibê PKK, PYDê û YPGê rehet û azad bihêle, xwe tevî karê wan neke û wan mecbûrî hildana al û flamayên PKKê û rismên Ocalan neke. Vana pir ne muhîm in, ya muhîm em zora vî neyarê xwe yê hov bibin.
Li Sûriyê ji kurdan ra fersend û îmkaneke dîrokî peyda bûye, helbet di vê da ked û para PKKê pir e, her kes viya zane.
Lê siyaset tiştekî din e. Ya muhîm dibê em li Sûriyê zora dewleta tirk ya faşîst bibin, dibê PYD û YPG alîkariya Emerîka wenda neke.
Bêyî alîkariya derve(Emerîka, Ewrûpa) ya leşkerî, dîplamsî û siyasî kurd nikanin zora Esad, Daîşê, Tirkiyê û muxalifên rejîmê bibin. Dijminên me pir lê dostên me tunene.
Ji xwe li dinyayê tu milet bêyî alîkariya derve rizgar nebûye, ev yek ji bo me kurdan bêtir rast e, bêtir mecbûrî ye.
Lema jî kîjan serok, kîjan partî dikane alîkariya dinyayê bigre bira ew derkeve pêş. Ya rast ev e, dibê PKK viya bibîne.
Dewleta tirk hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê daye, dixwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê xelas nebin.
Û ji bo vê jî çi lazim e wiya diya dikin, pera dirjînin, dîplamasiyê dikin, derewan û buhtanan dikin, zorê bikar tînin.
Netîce wek min li jor jî got, tiştê herî rast û maqûl PKK xwe ji PYDê û YPGê dûr xe, tu qulpan nedede destê dewleta tirk.
PYD him di şer da pir serketî ye û him jî di dîplomasiyê da.
Ya muhîm dewleta tirk li Sûriyê li hemberî kurdan bi ser nekeve û kurd bibin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Ev yek bi kîjan riyê û bi pêşengiya kê û kîjan partiyê dibe bira bibe, qet ferq nake. Tiştê xuya ye ev yek ancax bi pêşendiya PYDê û YPGê mimkûn e. Lema dibê PKK vê îmkanê, vî şansê miletê kurd sabote neke, tu qoz û qulpê nede destê tirkan. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE