08 mars 2016

Heta serokê êlê Elo be halê me ewê wilo be!



Cemîl Bayik, ji bo Bulent Arinç, Abdullah Gul û Hueseyîn Çelkîk gotiye, ”Eger ev ekîp li nirxên demokratîk xwedî derkeve û dev ji siyaseta leşkerî faşîst berde, emê piştgiriyê bidin van hewildanan…”
Heta serokê êlê Elo be, halê me ewê wilo be!
Heta serokê me Om be, arî û xwelî ewê tim li serserê me kom be!
Yanî ev jî gotin e?
Piçek aqil bi meriv ra hebe meriv hêviyeke wiha ji van faşîst û neyarên kurdan dike?
Kurro, Arinç, Gul û Çelîk heta çend meh berê hukûmet bûn, xulamên Erdogan bûn, ji Erdogan bêtir neyarên miletê kurd bûn û îro jî herî kêm bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd û neyarên koka we ne. Hemû jî ji Erdogan bêtir dixwazin koka we biqelînin.
Tu qala çi dikî?
Me ne şerm e ku tu hîn jî ji Arinç, Gul û Çelîk hêviya demokrasiyê û çareseriya mesela kurd dikî?
Tu dîn î tu biaqilî?
Piştî 14 sal îktîdara Gul, Arinç û Çelîk,(ku hemû jî di hukûmetê da merivên yekem û duyem bûn) kesê hîn jî hêviyekê ji van keftaran bike ne biaqil e û ne layiqî wê kursiyê ye.



XXX
Hevseroka KCKê Besê Hozat gotiye:
Liberxwedana Sûrê qezenc kir, AKP têk çû
Diyar e Besê xatûn ya kurdan kêmaqil dibîne ya jî henekê xwe bi kurdan dike.
Sûr û Cizîr ji xerîteyê hatin rakirin, bi sedan însan lê hatin kuştin, Besê xatûn hîn jî dibêje em bi ser ketin…
Ev ne tu aqil e û heta tahlûke ye, dibê meriv li hemberî vê bêaqiliyê rabe.
Mala kurdan şewitî, Sûr wêran bû, ew hîn jî dibêje ”Sûrê qezenc kir”!
Sûrê çi qezenc kir diya min, ez bi qurbana wî aqilê te bim, dewletê Sûr ji ortê rakir !
Tu xenan dibînî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE