20 mars 2016

Hunermendên tirk yên çep piştgirî dan qetlîamên dewleta xwe

Hunermendên tirk yên çep piştgirî dane qetlîamên artêşa xwe yên li Kurdistanê, gotine em bi we ra ne, dom bikin…
Hema hema hemû sendîka, komel û rêxistinên hunermend û sinetkarên tirk yên çep li hev kom bûne û bi beyanekê piştgirî dane operasyon û qetlîamên artêşa tirk yên li Kurdistanê. Sinetkaran xwestiye artêşa tirk li Kurdistanê ”koka terorê biqelîne.”
Sinetkarên çep gotine:
”Em sinetkarên tirk ji bo ku nîşan bidin ku em bi artêşa xwe û bi Mehmetcîkên xwe ra ne, em piştgiriyê didin şerê wan yê li dijî terorê û parastina wlêt. Şerê li hemberî terorê ne wezîfeya artêşê tenê ye, wezîfeya sinetkaran û ronakbîran e jî. Heta pişt li terorê neyê şikandin li welêt rehetî û aştî çênabe…
Şerê welêt yê li dijî emperyalîzmê şerekî hunermendan yê ûjdanî û şerefê ye. Lema jî em rêxistinên bi hezaran sinetkaran temsîl dikin li hemberî terorê bûn yek. Em bang li hemû sinetkaran, nivîskaran, ronakbîran dikin, dibê ew jî piştgiriyê bidin Mehmecikan…”
Belê, ronakbîr û hunermendên ku xwedêgiravî dibê ûjdanê civatê û miletet bûna ji faşîstan jî xerabtir bûne.
Sîstema kemalîst, îdeolojiya tirkperestiyê civata tirk, miletê tirk bi piranî kiriye civat û miletekî nîjadperest û faşîst, hemû ferqên îdeolojîk, exlaqî û siyasî yên nabêna kesên faşîst, demokrat û çepan da rakiriye, giş kirine weka hev, hemû ji însaniyetê dûr ketine û bûne mirovên dirinde, irqçî û neyarên miletê kurd.
Dewleta tirk Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Dêrik, Silopî, Sûr, Gewer şewitandiye, bi tank û topan ketine bajarên kurdan û qetlîamên mezin dikin, di rojeke wiha da hunermendên tirk li dijî qetlîaman dernakevin, belovacî wê piştgiriyê didin hovîtiyên artêşa xwe, dibêjin dom bikin, heta ku hûn koka wan diqelînin…



XXX
Polîsekî tîmê taybet bi navê Oguzhan Gunaydin li Nisêbînê hatiye kuştin. Oguzhan Gunaydin ji Meletyê ye û kurdekî faşîst û neyarê qewmê xwe ye, qatilekî profesyonel e.
Diyar e dewlet, polîs û tîmên faşîst, yên bijarte, yên tam neyarên kurdan dişîne Kurdistanê. Ji xwe ne wiha be vê wahşetê nakin.
Diya wî li ser cenazê lawê xwe bi kurdî gotiye:
”Ez nagrîm, ezê tîk bisekinim. Ez diya şehîd im. Ez dijmin kêfxweş nakim. Sê lawên min hene, ezê wan jî bişînim…”
Ji vê axaftina diya Oguzhan Gunaydin jî fêm dibe ku malbat jî faşîst e û neyarê miletê kurd e.
Dewleta tirk, kurd wek milet perîşan kirine, bi sedhezaran kurd kirine faşîst, neyarên qewmê xwe û qatilên dewletê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE