03 mars 2016

Kî dikane bibêje boriyên petrola Kurdistanê Tirkiyê neteqand?


Çend roj berê di hin malperên kurdî û di medyaya sosyal da hat îdîakirin ku PKKê boriyên petrola Kurdistanê teqandiye û bi vê kirina xwe bi milyonan dolar zirar daye Kurdistana Federe û gelê başûr.
Ji ber vê yekê jî PKK gelkî hat rexnekirin û li ser teqîna boriyên petrolê jî gelek texmîn û spekulasiyon hatin kirin.
Berdevkê hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizayî bi xwe got, ”PKKê 100 milyon dolar zirar gîhand Kurdistanê û me hişyarê da PKKê.”
Heta hat gotin ku PKKê ev sabotaj li ser daxwaza Îranê kiriye û gelek îdîayên wek vê bi cî û war hatin parastin.
Lê dû ra, piştî bûyerê bi çend rojan serokwezîrê Kurdistanê Nêçîervan Barzanî got, ”ew nikane bibêje PKKê borî teqandiye.
Do jî Fermandeyiya Navenda Parastina Gel (NPG) di beyanekê da îdîeya teqandina boriya petrolê red kir û got ”ne wan û ne jî hêzeke din ya PKKê boriya petrola Kurdistana başûr neteqandiye, ev îddîa vir e û propagandeyeke li dijî wan e.”
Berpirsiyarê KCKê Demhat Egît jî piştî bûyerê daxuyaniyek da û got:
”Me nekiriye û em nizanin kê kiriye, di vî warî da tu zanîneke me tuneye.
NPG di beyana xwe da dibêje ”dibe ku îstîxbarata Tirkiyê û koma kontra ya MITê ev kar kiribin…”
Bi baweriya min jî ev ne îhtîmaleke beradayî û dûr e. Gelek sebeb hene ku Tirkiye tiştekî wiha bike, ji bo ku him kurdan bera hev bide û him jî li Kurdistanê krîza aborî kûrtir bike.
Ez li beyana Nêçîrvan Barzanî geriyam lê min nedît. Esas di beyana wî da jî li ser şiklê teqandina boriyan hin gotinên manîdar hebûn. Lê min beyan nedît.
Ji xwe heger şikeke din tunebûya, ji hêzeke din şik nehata kirin Nêçîrvan Barzxanî ew beyan nedida û nedigot ez nikanim bibêjim PKKê kiriye.
Maneya xwe hukûmeta Kurdistanê ji PKKê bêtir ji hin alî û hêzên din şikê dike.
Em dizanin nuha li Kurdistanê di warê siyasî û aborî da krîzeke mezin heye, hukûmeta Kurdistanê ev çend meh in nikane meaşê karkir, mamûr û pêşmergeyan bide. Ev yek di nava milet da bûye sebebê nerazîbûneke mezin.
Di demeke wiha nazik û krîtîk da ji her kesî bêtir tirk ewê bixwazin sabotajeke wiha bikin, ji bo ku kurd him nikanibin petrola xwe bifroşin û him jî bûyerê têxin hustiyê PKKê û bi hawî hukûmeta Kurdistanê û PKKê bera pêxîla hev bidin.
Kurdên başûr li hemberî PKKê tahrîk bikin û bînin hemberî hev.
Yanî pûştiyeke wiha ji tirkan tê û dibê kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê bizanibin ku kesên ew pê ra kaban davêjin, ew pê ra ”hevaltiyê” dikin ne dost in, neyarên wan in, ji bo ku zirarê bidin wan dikanin her bênamûsiyê, her namerdiyê bikin.
Kî dikane bibêje boriyên petrola Kurdistanê Tirkiyê neteqandiye û Tirkiye karekeî wiha nake?
Ez dibêjim Tirkiye dike û dikane tiştê ji viya xerabtir jî bike...
Ji bo Tirkiyê îro tiştê herî muhîm û di dereceya herî pêşî da bêguman qelskirina PKKê ye.
Dewlet dixwaze li her derê dijminan ji PKKê çêke, kurdan ji PKKê dûr bixe, wan bike dijberên PKKê.
Û ji bo tiştekî wiha jî sabotajeke wiha mikemel e, provaksyoneke ji viya xweşiktir nabe.
Tirk dibêjin ”bi kevirekî du çivîk kuşt”, yanî îhtîmaleke pir û pir mezin e ku dewleta tirk borî dabin teqandin.
Û heta ez dibêjim miheqeq ew in.
Ji bo ku him hukûmeta Kurdistanê û kurdên başûr li hemberî PKKê gurgîn bikin û him jî derbeke mezin li çaviya çavkaniya hatina kurdan xin û bi vê yekê jî li Kurdistanê krîza aborî kûrtir bikin.
Dibê berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê bizanbin ku tirk, dewleta tirk û hukûmeta AKPê çiqasî dijminê PKKê ne hewqasî jî dijminên wan in.
Tirk îro ne xêrxwaz û dostên kurdên başûr in, dibê ev yek baş were zanîn. Dewlet li bende fersenda xwe ye, nuha PKK di dora yekem da ye, prîorîterînga wan nuha PKK ye, lê ev nayê wê maneyê ku ew xêra kurdên başûr dixwazin, ew dostên wan in.
Baweriyeke wiha, xeyaleke wiha pir tahlûke ye, tirk mar in, dûpişk in, dibê meriv tu carî bawerîya xwe bi dûpişkê neyne û weselam…
Dixwazim çend gotinan jî li ser fesad û gelacan bibêjim.
Di destpêkê da dema hat gotin ku borî ji alî PKKê ve hatiye teqandin, gelek  fêsad ”bekoewanan” tavilê êrîş birin ser PKKê û gelek tiştên ajîtatîf gotin.
Lê li gel ku Nêçîrvan Barzanî bi xwe jî got ew nizane kê borî teqandiye, heta ew nizane borî hatiye teqandin ya jî nehatiye teqandin û ew nikane bibêje PKKê kiriye, lê van fêsadan qet qala van tiştan nekirin.
Yek, Nêçîrvan Barzanî dibêje ne PKK ye û ya din jî dibêje dikane Tirkiye be. Bi kêmanî gotinên wî tên wê maneyê jî.
Lê van fêsadan di qet qala van tiştan nekirin. Ev jî tiştekî gelkî balkêş e.
Not:
Min beyana Nêçîrvan Barzanî dît. Beyan wiha ye:
”Borî hatiye teqandin ya jî nehatiye teqandin, ya jî ev çalakî PKKê kiriye ya jî nekiriye ez nikanim tiştekîli ser bibêjim.”




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE