15 mars 2016

Li Tirkiyê guhertina rejîmê ne karê PKKê ye



Cemîl Bayik ji muhabîrê rojnameya The Timesê Anthony Loyd ra gotiye:
”Em dixwazin zora Erdogan û AKPê bibin. Heta ku Erdogan û AKP nerûxin(nekevin)Tirkiye ebeden nikane bibe welatekî demokratîk. Heger Erdogan zora me bibe, dikane zora her kesê demokrasîxwaz bibe…”
Erdogan merivekî dîktaror e, heta ew li ser hukim be demokrasî nayê Tirkiyê rast e.
Lê xistina Erdogan û AKPê û demokratîkkirina Tirkiyê ne kar û wezîfeya PKKê û kurdan e. Ev siyaset û hedefeke ji kok da şaş e, axaftina bi meju û devê çepên tirk yên marjînal e.
Xistina Erdogan û AKPê ji kurdan bêtir karê tirka ye, bira tirkên ji AKPê û Erdogan demokarattir bi programeke demokratîk derkevin pêşberî milet û AKPê û Erdogan bixînin.
Ya din di nabêna PKKê, HDPê û tirkan da, yanî di nabêna kurd û tirkan da li hemberî AKPê cepheyeke demokratîk ku dana mafê kurdan girtibe programa xwe jî tuneye.
De îcar PKK ji bo çi û li ser navê çi ewê AKPê û Erdogan ji xwe ra bike hedef û bixwaze wan bixîne?
Ma PKK dixwaze li Tirkiyê were ser hukim?
Ma Cemîl Bayik dixwaze Tirkiyê îdare bike?
Hadê em bibêjin ku AKP û Erdogan ji ser hukim da ketin, başe e kî ewê were dewsa wan?
Garantiya hukûmeteke ji ya AKPê û serokekî ji Erdogan baştir ewê werin ser hukim çi ye?
Belhazir muxalefet MHP û CHP ye.
Kî dikane bibêje ji bo kurdan û PKKê îktîdara MHPê û CHPê ewê ji ya
Akpê baştir be?
Kî kane garantiyê bide piştî ketina AKPê ewê hukûmeteke hîn xerabtir ya jî cûntayeke neyê ser hukim?
Ya piştî ketina AKPê hukûemtek û kombînezoneke hîn xerabtir çê bibe û yekî ji Erdogan xerabtir bibe serokkomar emê çi bikin?
Qey Cemîl Bayik wê demê jî ewê ji bo xistina wan dest bi şer bike?
Guhertina îktîdaran û serokkomaran û dîktatoran ne îşê me kurda ye, ew îşê tirka ye. Li Tirkiyê demokrasî hebe helbet ji bo mej î baş e, serokkomar û serokwezîr ne dîktator bin helbet ji bo mej ï baş e. Lê şerê her dîktatorî kirn ne karê pertiyên kurd e.
Em kurd li Tirkiyê doza mafên xwe yên netewî dikin.
Kî van mafên me bide me qebûl e. Dixwaze bira AKP û Erdogan be.
Kurdan li Îraqê ji Seddam mafên otonomîyê dixwestin.
Li Îranê ji Xumeynî otonomî dixwestin û îro jî ji rejîma meleyan dixwazin.
Heger li Îranê Komara Îslamî otonomiya kurdan qebûl bikira kurd razî bûn û îro jî razî ne.
Heger îro Îran mafê kurdan qebûl bike, kurd ewê nebêjin na, dibê Komara Îslamî birûxe û demokrasî were Îranê.
Li Sûriyê jî PYD ketina Başar Esad wek şert nade pêş û nabêje dibê Esad bikeve û demokrasî were Sûriyê, gerek em Esad bixînin. PYD tiştekî wiha nabêje.
Gava Esad federasyonê ya jî otonomiyê qebûl bike PYD razî ye.
Çima Cemîl Bayik tiştê li Sûriyê, li Îranê û Îraqê rast dibîne, li Tirkiyê red dike û xistina AKPê û Erdogan ji xwe ra dike hedef?
Ev siyaseteke ji kok da li zirara kurda ye.
Ev siyaseteke şaş e, ne siyaseteke netewî û Kurdistanî ye, siyaseteke çepên tirk yên marjînal e.
Cemîl Bayik dibê ji xistina AKPê û Erdogan bêtir, mafên kurdan û çareseriya mesela kurd ji hukûmeta AKPê û Erdogan bixwaze.
Gava hukûmeta AKPê mafê me bide û bi PKKê ra li hev bike, dibê Bayik û PKK neyartiya AKPê û Erdogan nekin. Guhertina rejîmê û mesela demokrasiyê tiştekî din e, bibe baş e, lê micadela me kurdan dibê ne ji bo wê be…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE