13 mars 2016

Parlamentera kurd e lê dilsoza taximekî tirk e



Parlamentera HDPê Pervîn Buldan û parlamenterê CHPê Velî Agbaba li ser serketina Fenerbahçeyê 1-0 li hemberî taximê Portekîzê Braga bi hev ketine.
ûye, lê Perwîn Buldan xanima me kêfxweş bûye û gotiye:
”Ez wek yeka Galatasarayî ji Fenerbahçeyê ra serketinê dixwazim.”

Velî Agbaba tirk e, lê berlê dîsa jî bi serketina Fenerbahçeyê kêfxweş nebûye, çimkî ew ne terefdarê Fenerbahçeyê ye, lema jî bi serketina taximê raqib kêfxweş nabe.
Û ya normal jî ev e...

Lê Pervîn Buldan him Galatasaray e û him jî kurd e, lê dîsa jî bi serketina Fenerbahçeyê yanî taximê raqib kêfxweş bûye.

Ji ber ku ev vê serketinê wek zafereke milî dibîne, wek serketineke Tirkiyê li hemberî Portekîzê dibîne. Û ev yek jî wê kêfxweş dike.

A meriv di vir da jî ferqa tirkekî û kurdekî dibîne, yê tirk xwedî nasnameeke etnîkî, sinifî û sportîfî ye, lê kurd ne wisa ye. Kurd ne ji xwe ra ye, bi piranî wek tirkekî milîyetçî difikire.

Piştî hewqas zulm û heqareta tirkan, piştî wêrankirina Cizîrê, Hezexê, Dêrikê, Farqînê, Sûrê, Silopiyê, Nisêbînê, Şirnexê û înfazkirina bi sedan keç û xortên kurd, kurdê ku hîn jî wek tirkekî terefdar û dilsozê taximekî tirk be, hîn jî serketina taximên tirk wî/wê kêfxweş bike kurdekî bi hestên xwe deform bûye, kurdekî asîmîle bûye, kurdekî bi eslê xwe kurd e, lê belê bi hest û dîtinên xwe bûye tirk.

Filîstînîyekî herî nezan, herî cahil jî nabe terefdarê taximekî Îsraîl, bi serketina taximekî Îsraîl kêfxweş nabe, tu carî bal û dîna xwe nade ser taximekî Îsraîl.

Yekî cuhû jî tu carî nabe terefdarê taximekî ereb e û ji serketina taximekî reb ra li çepikan naxe.
Tirkek, erebek, farisek jî ebeden nabe dilsoz û terfdarê Hewlêrsporê, Dalkurdê, Amedsporê, Hekarîsporê.

Yanî tirkekî, erebekî û farisekî herî nezan û cahil jî nabe alîgirê taximekî Kurdistanê û kurdan.
Çima nabe?

Ji ber ku tirk, ereb û faris bûne milet, hestê wan yê netewî xurt e, xwedî dîtin û hişekî netewî ne, wek tirk, ereb û faris difikirin.

Lê kurdên me yên bakur ne wiha ne, erê bi eslê xwe kurd in, lê bi hestên xwe, bi hişên xwe bûne tirk.
Bêguman haya wan ji vê yekê tuneye. 

Lema jî wek tirkan taximên tirk taqîp dikin û di terefdariya Fenerbahçeyê, Beşîktaşê û Galatasarayê da jî tu çewtiyekê nabînin.

Heger ne wiha bûya, Pervîn Buldan, kadireke tevgera kurd ya herî li pêş û herî polîtîze û peyê(mêrê) wê jî ji alî dewleta tirk ve hatiye kuştin, nedibû terefdara taximekî tirk û bi serketina Fenerbahçeyê dilşa nedibû….

Lê ne Pervîn Buldan tenê, bi sedhezaran kurd di vê rewşê da ne û ew jî wek Buldanê difikirin…
Diyar e micadeleya 40 salî kurd hîn şiyar nekirine, hîn tam nekirine kurd. Erê bi dev, bi eslê xwe kurd in, lê bi hest û hişê xwe ji kurdan bêtir tirk in...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE