24 mars 2016

Serê terorîstên êrîşên Brukselê jî ji Tirkiyê derket

Wek min texmîn kiribû serê terorîstên Brukselê jî ji Tirkiyê derket
Ev gotinên Erdogan yên li ser teqînên Brukselê pir muhîm e. Di vê axaftina wî da diyar dibe ji terorîstan yek li Tirkiyê bûye. Min berê jî got, miheqeq Tirkiye li pişt vê bûyerê ye, bêyî daxwaz û alîkariya Tirkiyê Daîş tiştekî wiha neke.
Lê diyar e serî gihîştiye Tirkiyê lema jî Erdogan di vê axatna xwe da dibêje meterorîstek girtiye û teslîmî Belçîkayê kiriye. Lê Belçîkayê îdîa Erdogan tekzîp kir, got tiştekî wiha tuneye.
Diyar e hin delîl ketine destê polîsên belçîkî lema jî Erdogan ketiye panîkê û mesele gelkî şêlo kiriye.
Erdogan bi van gotinên xwe ji Ewrûpayê ra eşkere dibêje, ya hûnê PYDê û PKKê jî wek Daîşê terorîst qebûl bikin û wek Daîşê li hemberî wan jî şer bikin ya jî ezê piştgiriya xwe ya Daîşê bidomînim.
Heger hûn dixwazin hin bombeyên din jî li welatê we neteqin, dibê hûn dev ji piştgiriya kurdan berdin û PYDê jî wek Daîşê terorîst îlan bikin û dû rajî emê bi hev ra him li Daîşê û him jî li PYDê bidin.
Heta hûn dev ji piştgiriya kurdan bernedin û PYDê jî wek rêxistineke terorîst îlan nekin emê dev ji piştgiriya Daîşê bernedin….
Beyaneke pir balkêş e, bixwînin.



XXX
Hema hema taliya hemû dîktatoran wek jiyana wan kêm zêde wek hev diqede, ya di zindanan da dirizin, ya tên kuştin, îdamkirin, ya jî direvin xwe davêjin dexlê dîktatorekî din.
Ez dibêjim taliya Erdogan jî ya ewê wek ya Mîlosevîç be ya jî wek ya Qeddafî û Seddam be. Yanî ev zulma li Sûriyê û li kurdan kir ewê jê ra nemîne…
Ji nuha da wa ye hin îşaretên wê tezahur dikin. Hêvî dikim Erdogan ne be dîktatorekî, zalimekî îstîsna û ji cezayê heq kiriye xelas nebe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE