10 mars 2016

Tirkan nîşanî kurdên başûr dan ku ew neyarekî çuqasî tahlûke û bêbext in

Hukûmeta AKPê nîşanî kurdên Kurdistana başûr da ku Tirkiye neyarekî çuqasî tahlûke û bêbext e
24 roj di ser teqîna boriya petrola Kurdistanê ra derbas bû, lê Tirkiyê hîn jî ne borî tahmîr kiriye û ne jî tenezul dike ji hukûmeta Kurdistanê ra bibêje çima tahmîr nakin û ewê kînga bikin?
Rayedarekî Wezareta Samanên Sirûştî ji Rûdawê re gotiye, "heta niha borî nehatiye nûjenkirin û rayedarên Tirkiyê jî tu daxuyanî yan agahiyekê li ser rewşa boriyê nadin me."
Ev tirk in, bêbext in, helbet ewê agahiyê nedin.
Tiştekî dûr î aqilan e, boriyek teqiyayî çawa dikane hewqas wext bigre?
Ev tê wê maneyê Tirkiyê borî girtiye û naxwaze veke. Yanî mesele ne teqîn e, teqîn bahaneye, di bin vê bahaneyê da planeke tirkan ya veşartî heye.
Lê hukûmeta Kurdistanê rastiyê nabêje…
Kurdên me yên başûr û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serok Mesûd Barzanî û PDKê baweriyeke zêde bi Tirkiyê û tirkan dianîn û qebûl nedikirin ku tirk dûpişk in, dibê kurd tu carî pişta xwe nespê ra wan.
Lê mixabin hukûmeta Kurdistanê û PDKê pişta xwe baş spartin tirkan û hukûmeta AKPê. Lê nuha bi çavên serê xwe dibînin ku tirk çuqasî bêbext û kêmfersend in, çuqasî neyarê wan jî…
Ji bo ku li Kurdistanaê krîza aborî kûrtir bibe, gel li hemberî hukûmetê serî hilde û kurdan berra hev bidin boriya wan bi xwe tenqand tamîr nakin.
Lê bi îhtîmaleke mezin teqîn jî vir e. Ji ber ku dibêjin li herêma Ruhayê hatiye teqandin. Carê li Herranêm li herêma Ruhayê gerîla tuneye, erebên dewletê hene.
Lê piştî ku hewqas dirêj kişand, diyar dibe ku teqîna boriyê ne rast e. Ji xwe Nêçîrvan Barzanî jî got, ew baş anizanin borî teqiya ye ya na...
Li gorî xeberekê Tirkiyê dest danîye ser pereyên petrola hatiye firotin û wan peran jî nade Kurdistanê ya jî serî lê digerîne.
Xeber cuqasî rast e ez nizanim, lê di roja kurdan herî zeîf da, roja hewce bibînin ewê bikin.
Dibê kurdên başûr baş fêm bikin, Tirkiye, hukûemta AKPê, Erdogan û Davutoglu ji bo PKKê û HDPê û hemû kurdên Tirkiyê çi difikire, çi plan dike, ji bo kurdên başûr û hukûmeta Kurdistana Federe û PDKê jî eynî tiştî difikire û plan dike.


Heger PKK ji bo dewleta tirk şîv be, PDK paşşîv e, dibê serok Mesûd Barzanî vê rastiyê bibîne û tirkan tim wek dijminê herî xedar, herî tahlûke hesab bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE