18 mars 2016

Yên kanton nedíecibandin federasyonê jî naecibînin



Dijayetiyên nabêna şexsan û partiyan yên îdeolojîk û siyasî dibê tu carî nebin sebebên dijayetî û neyartiya berjewendiyên netewî.
Hin kurd hene PKK baş jî bike li dij in û xerab jî bike li dij in.
Ji bo wan ya muhîm ne çi hatiye kirin, yê kiriye muhîm û esas e.
Heger PKKê û PYDê ji bo kurdan tiştekî baş jî kiribe ew dîsa jî li dij in.
Dema li Kurdistana Sûriyê, PYDê kanton îlan kirin ev kes û der û dorên antî PKK him li dij derketin û him jî henekê xwe bi kantonan kirin, gotin PYDê “karton” ava kirine, ”ev karton ji ku derketin yaho”, filan û bêvan.
Do PYDê piştî civîneke du rojan bi hemû gel û eqaliyetên Kurdistanê ra Federasyona Rojava- Bakurê Sûriyê ya Demokratîk û Federal îlan kirin.
Lê kesên bi kantonan ne razî bûn, henekên xwe bi wan dikirin, digotin “îcar karton ji me kêm bû”, federasyona do hate îlankirin jî naecibînin, kêmasî û qusûrê li wê jî dibînin, dibêjin ev ne federasyon mederason e, ne ya kurda ye û bi wê jî tinazê xwe dikin.
Yanî PKK û PYD çi bikin jî hin kes û hin hêz miheqeq kêmasî û qusûrekê û bahaneyê lê dibînin, ji bo ku li dij derkevin û neyartiya wê bikin. Çimkî baş, xerab ew li dijî her tiştê PKKê û PYDê ne û naxwazin dev ji vê girr û şêla xwe ya şaş berdin.
Ev ne şêleke netewî ye, meriv ji bo pêşdabirinê, baştirkirinê kêmasiyan dibêje, lê dijayetiya bûye û qezenceke wiha netewî ne rast e, ne şêleke netewî ye.
Bêguman dil dixwest PYD ne federasyoneke bi vî rengî û bi vî navî, serxwebûnê îlan kiribûya, ev xewn û xeyala dilê hemû kurda ye, lê ji bo tiştekî wiha daxwaz tenê têrê nake, hêz jî lazim e û ew jî îro li ba kurdan tuneye.
Navê federasyona hatiye îlankirin ne bi dilê min e jî û gelekî tevlihev e, beyana civînê pir tevlihev e û gelek nuxteyên meriv rexne bike hene, dil dixwest program hîn Kurdîstanî bûye, navê wê Federasyona Kurdistana Sûriyê ya jî navekî hîn xweştir bûya.
Lê em jî dizanin îro ev yek pir zor e, heta ne mimkûn e.
Bi baweriya min ne ku PYD û PKK naxwazin, şertên der û hundur nuha rê nade tiştekî wiha.
Ji ber ku dijminên kurdan bêhed pir in û dostekî wan yê saxlem û pêbawer tuneye.
Û hêza wan bi xwe jî têrê nake li hemberî Sûriyê, Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Emerîka, Rûsya û hemû pêkhateyên hundur raweste û Kurdistanake serbixwe îlan bike…
Tiştekî wiha girêdayî gelek şert û îmkanên der û hundur in.
Wek tê zanîn civînên Cenewrê di 14ê mehê da dest pê kirin. Kurd û cepheya wan dîsa nehat vexwendin civînê.
Lê li gel vê jî pozîsyona PYDê û kurdan li gorî civîna yekê gelkî xurttir e. Emerîka û Rûsya ji bo Sûriyê sîstema federalîzmê qebûl dikin, baş dibînin.
Di demeke wiha krîtîk da bi ereb, asûrî-suryanî, ermenî, tirkmen û çeçenan ra îlankirina federasyonê birayareke pir rast û di cî da ye.
Di nava federasyonê da hebûna hemû pêkhateyên(eqaliyetên) Kurdistanê tiştekî pozîtîv e û ji bo kurdan da jî destegeke pir mezin e.
Dinya dibîne ku kurd kesî înkar nakin û nakin bindest, dixwazin hemû gelên Kurdistanê jî wek kurdan xwedî maf bin.
Li alî din îlankirina federasyonê him ji alî demê û him jî ji alî hedefê ve gaveke rast û dîrokî ye. Sibe Efrîn jî ewê bi federasyonê ve were girêdan. Wê demê sînorên tevayiya Kurdistanê digihêjin hev û Kurdistan dibe yekepare.
Di rojên pêş da kurd êdî bi daxwaza federasyonê û vê statuya hatiye îlankirin ewê beşdarî civînên Cenevreyê bibin. Ev gelkî muhîm e.
Lema li gel hemû kul û kêmasiyan jî wek kurd dibê meriv bi federasyona do hate îlankirn kêfxweş bibe û piştgiriyê bidê, li dora wê bicive.
Do kanton bû, bû federasyon, sibe gava şert musaîd bûn dikanin navê wê biguherînin û navekî hîn xweştir lêkin.
Lema jî dibê hemû kurd û partiyên Kurdistana Sûriyê ji dêlî berberî û dijayetiyê, bi xurtî piştgiriyê bidin federasyonê û têkiliyên xwe bi PYDê ra xweş bikin. Gava li Sûriyê kurd bi hev ra bin û bi tifaq bin, bêguman giraniya wan jî li Cenevreyê ewê zêde bibe û gotina wan jî ewê pere bike.
Çiqas kêmasî hebin jî statuya kurdan di nava federasyona hatiye îlankirin da ewê ji berê pir û pir baştir be. Berê ne hebûna kurdan wek milet dihat qebûlkirin û ne jî tu mafekî wan hebû.
Lê di federasyonê da kurd wek milet dibin xwedî statuyeke siyasî. Kesê kurdperwer û welatparêz dibê vê rastiyê bibîne û lema jî neyartiya PYDê û federasyonê neke, belavocî wê lê xwedî derkeve û biparêze.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE