18 mars 2016

Zor gizêrê radike, kotek ji cinetê derketiye...



Di dîroka Yekîtiya Ewrûpayê da îro rojeke şermê û rûreşiyê ye!
28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê îro teslîmî dîktatorekî wek Erdogan bûn. 
Ji bo ku Tirkiye çend hezar koçber kêm bişîne Ewrûpayê, YE 6 milyar Euro xûg da Erdogan û Davutoglu ji bo ku şerê kurdan baştir bikin.
Lê Yekîtiya Ewrûpayê ne tenê 6 milyar Euro xûg da Erdogan, hemû nirx û hêjayiyên xwe yên însanî, humanîstî û demokratîk jî da aliyekî û teslîmî Erdoganê zorba û zalim bû.
Yekîtiya Ewrûpayê bi vê peymanê bi îhtîmaleke mezin soz da Erdogan û Davutoglu ku ew çi zulmê li kurdan bikin, çuqas kurd bikujin jî Yekîtiya Ewrûpayê ewê dengê xwe neke.
Piştî vê peymanê artêş û polîsên tirk ewê bêtir herin ser kurdan, bêtir bikujin û bajarên wan wêran bikin.
Û heta pir ne dûr e ku êrîşî ser kurdên Sûriyê jî bikin, bi Qendîlî ra Kobanê, Serê Kaniyê, Girê Spî, Qamîşloyê, Dêrikê û hemû mewziyên PYDê jî bombebaran bikin.
Ji ber ku ev demeke dibêjin Kurdistana rojava ji Qendîlê tahlûketir e, PKKê hêza xwe, kampên xwe yên perwedeyê veguhestiye rojava, êdî ne ji Qendîlê, ji Kurdistana rojava derbasî Tirkyê dibin, sîlehan ji wir derbas dikin, filan û bîvan...
Yanî ji bo ku li rojava êrîşî ser çeperên YPGê û kurdan bikin bi çaqokêşên xwe yên medyayê propagendeyeke pir întensîv dimeşînin.
Li hemberî vê, Tirkiyê ewê rê nede çûna koçberan.
Yanî pir ne dûr e ku wiha bibe.
Çimkî tirk wek navê xwe zanin kurd miletekî bêpişt û bêxwedî ye, ew çi bikin jî kesê dengê xwe neke, kesê ji wan hesab nepirse.
Erdogan û Davutoglu viya baş zanin.
Li gorî peymanê Tirkiye ewê nehêle koçber derbasî Yûnanîstanê bibin.
Baş e çima heta nuha dihîşt herin?
Çima heta nuha rê li ber çûna koçberan nedigirtin?
Maneya xwe hertişt di bin kontrola Tirkiyê da ye û bi rengekî organîze dibe.
Erdogan ji bo ku xûgê ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre û şertên xwe yên din pê bide qebûlkirin, koçber wek şantaj bikar anînî
Nuha, piştî ku mêrik gihîşt armanca xwe, piştî ku tiştên dixwest bi Yekîtiya Ewrûpayê da qebûlkirin, ewê êdî rojê bi hezaran neşîne, demekê nabênê bidê û dû ra jî piço piço bşîne…
Tirk dîroka xwe û ewrûpiyan baş zanin, ew zanin di zorê da wan tim kar kiriye, milet qir kirin ji wan ra ma û di ser da bûne xwedî welat jî.
Lema jî tirk dibêjin ”kotek/lêdan ji cinetê deeketiye”!
Lema jî eynî taktîkê didomînin, zor gizêrê radike, ewrûpî ji zorê fêm dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE