24 april 2016

24ê nîsanê roja komkujiya ermeniyan



Di dîroka mirovahiyê da îro rojeke reş û pir bi xwîn e, sedûyeksaliya komkujiya ermeniyan e.
Di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî ya tirki dest bi komkujiya miletê ermenî kir. Lema jî 24ê nîsanê wek roja jenosîda, komkujiya ermeniyan tê qebûl kirin.
Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê da li Tirkiyê û Kurdistanê di nabêna salên 1915 û 1918a da herî kêm 1, 5 ermenî qetil kir û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan rakirin, tehcîr kirin.
Û dû ra jî dest danîn ser hemû mal û milkên ermeniyan û li merivên dewletê, li qatilên ku ermenî kuştibûn belav kirin.
Gava Ataturk hat ser hukim wî jî siyaseta Ittihatçiyan domand û wî jî mal û milkên, eraziyên hîn nehatibûn belavkirin, li merivên xwe, li qatilên ermeniyan belav kir.
Di ser komkujiya ermeniyan ra 101 dal derbas bûye, lê hîn jî dewleta tirk û miletê tirk jenosîda ermeniyan qebûl nakin, vir da û wê da çivan didin xwe û ji bo înkarê hezar bahane, qal û qîlan dibînin, dixwazin kurdên bindest jî bikin şirîkê qetlîama xwe.
Kurd bi tu hawî ne berpirsiyar û şirîkê komkujiya ermeniyan in. Di dema komkujiyê da ne dewleta kurdan hebû û ne jî artêşa wan.
Yê biryara tehcîrê û komkujiya ermeniyan da û komkujî kir û da kirin dewleta tirk e.
Lema jî ferdên kîjan miletî tevî qetlîamê bûbin jî berpirsiyarê komkujiyê dewleta tirk e.
Alayên Hemîdiyan, kurdên tevî komkujiyê bûne hemû jî girîdayî Dewleta Osmanî bûn û bi emir û destûra wan tevê bûne.
Alayên Hemîdiyan jî wek artêşa tirk, hêzeke girêdayî Dewleta Osmanî bû. Heger hin kesên ji Alayên Hemîdiyan ya jî hin kurdên din tevî komkujiyê bûne ev problemeke dewletê ye, dewlet berpirsiyar e, ne miletê kurd.
Çimkî Alayên Hemîdiyan him ne hêzeke kurdan ya serbixwe bû û him jî ne kurd tenê bûn.
Di nava Alayên Hemîdiyan da ne tenê kurd, tirk, ereb çerkez, azerî û gelek miletên din jî hebûn û girêdayî dewletê bûn. Heger van hêzan û hin kurdên din sûc kiribin dibê dewletê sûcdar bigirta û ceza bikira. Ev berpirsiyariya dewletê ye..
Nuha jî bi sedhezaran kurd di nav artêşa tirk da hene, herî kêm 60-70 hezar chaş(qorîcî) hene û wezîfeya wan jî kurştina kurda ye...
Erê bi eslê xwe kurd in lê leşkerên dewletê ne. Lema jî ne miletê kurd, dewlet berpirsiyarê wan e.
Li welatekî gava însanekî sûcek kir berpirsiyar ne miletê wî ew bi xwe ye, dibê dewlet wî kesî bigre û ceza bike.
Lema jî îdîayên tirkan ku kurd jî şirîkên komkujiyan ermeniyan in ne rast e, vireke tirka ye ya bêbingeh e. Kurdan ne ermenî qir kirine û ne jî şirîkê komkujiyê ne.
Dewleta tirk, pantukîstên tirk bi plan û program ermenî, rûm û hemû miletên ne musliman qetil kirin, tehcîr kirin ji bo ku miletekî nuh, miletê tirk çê kin û Tirkiyê û Kurdistanê jî bikin welatê tirkan tenê.
Lema ji Tirkiyê û Kurdistanê hemû miletên din paqij kirin û yên mayî jî mahkûmî asîmîlasyonê kirin.
Mayina kurdan heta nuha piçekî tesaduf e û piçekî jî ji ber piraniya nufûsa wan e, nikanîbûn piştî jenosîda ermeniyan 5-6 milyon kurd jî bi carê da wek ermeniyan qetil bikin. Xwestin vê komkujiyê hêdî hêdî bikin.
Tiştên anîn serê ermeniyan, rûman, suryanî-asûrî û kurdên êzdî îro dixwazin bînin serê kurdên mane, dixwazin kurdan jî wek ermeniyan ji alîkî da qir bikin û ji alîkî da jî bi darê zorê ji cî û warên wan rakin, yanî tehcîr bikin.
Netîce qatil jî, berpirsiyarê komkujiyê jî tirk in, dewleta tirk e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE