29 april 2016

Berê ne wiha bû



Berê ne wiha bû, berê durûtî hewqasî ne zêde bû, eyb bû.
Lê nuha însan wek şekaleke qetiyayî pir deform bûne, him li nahl dixin, him li mîx dixin, him binê gotinên kesê hatiye rexnekirin mohr dikin û him jî binê gotinên yê rexne kiriye.
Him hevalê diz in û him jî hevalê şivên in.
Him ji yê neheq ra dibêjin tu rastî û gotinên wî diecibînin û him jî ji yê bi heq ra dibêjin tu rastî ü rexneya wî tesdîq dikin.
Bi kurtî dilê kesî ji xwe nahêlin, çep hewce be çep lêdixin, rast hewce be rast lêdixin.
Zemên, sîstemê kultur û exlaqê înasanan guhertiye, gelek kes ne dew in, ne jî mast in, bûne çeqilmast....
Berê ne wiha bû, berê şelafî şerm bû, şexsiyeta însên ne wek hevîr bû. Zemên însan ji hev da xist, şexsiyeta wî perçe kir...

XXX
Ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîn tirkan ew kêr kirin
Li bajarê Ûşakê du karkirên kurd(Eren Somer û Ufuk Çelîk) li parqekê ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîn  hatin kêrkirin.
Eren û Ufuk ji ber ku bi hev ra bi kurdî dipeyivîn bekçiyên parkê ji wa ra gotiye, ”li vir hûn nikanin bi kurdî bipeyivin” û xwestine ew ji parkê herin. Lê herdu karkir ranebûne, gotine wan tu sûc nekiriye, lema jî ew ji wir naçin.
Li ser vê israra herdu kurdan du polîs hatine, piştî kontrola nasnameya wan, ew bi zor ji parkê derxistine der.
Piştî ku ew derketine derî parkê, sê kesan bi kêran êrîşî wan kirine û herdu jî giran birîndar kirine.
Li gel ku birînên herdu kurdan giranin jî emniyeyê hesê êrîşkar berdane. Helbet ev jî ne tiştekî nuh û xerîb e. Li Tirkiyê, di îktîdara AKPê da van salên dawî êdî lêdan û kuştina kurdan ne sûc e, her tirk viya zane û lema jî bêtirs êrîşî kurdan dikin.
Ne dûr î îhtîmalê ye bekçî û  polîsan ew hersê kes li wan elimandibin û dabin kêrkirin.
Li Tirkiyê hema hema her roj tiştên wiha dibin, hema hema her roj tirk li metropolan ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîne, ji ber ku di telefonê da bi kurdî peyivîye êrîşî kurdan dikin, lînc dikin.
Ji xwe medya tirk êdî bûyerên wiha ya nanivîse ya jî pir kêm dinivîse, xêra medyaya sosyal haya meriv ji êrîşên wiha çêdibe.
Tirk di her fersendê da kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdn eşkere dikin, naxwazin kurd li welatê wan, li bajarên wan bijîn, lema jî hertim êrîşî wan dikin, wan lînc dikin, kêr dikin û dikujin.
Tu tiştekî kurdn  êdî bi tirkan ra nemaye, tirk bi çavên dijmin li kurdan dinêrin, dibê em viya fêm bikin û heger pir û pir ne mecbûr bin neçin welatê wan, neçin ji tirkên faşîs ra xulamtiyê nekin.
dibê em li Kurdistanê bi nanozikê bixebitin, zikekî têr û zikekî birçî bin lê neçin ji tirkan ra rêcberiyê û xulamtiyê nekin.
Miletekî tehamulî zimanê meriv neke, ji ber ku meriv bi zimanê xwe peyivî meriv kêr bike, meriv naçe ji wî miletî ra rêcberiyê nake.
Rêcberî û xulamtiya tirkan ne xelasî ye, çare dibê em ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî welat û xwe îdare bikin. Tu carî bi çavê welatê xwe li Tirkiyê nenêrin, Tirkiye ne welatê me ye, welatê me Kurdistan e, dibê berê me wê dabe.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE