09 april 2016

Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin

Mehmet(Aslan) Kaya,
-Di evîna xwe da bêşik,
di şerê xwe bêtirs,
di jiyana xwe da bêdek bû

Dîsa 9ê nîsanê hat, dîsa em çûn ser gorra kurdekî miletpewer, kurdekî canfîda û xizmetkarê kurd û Kurdistanê…
15 sal berê roja 9ê nîsanê miletê kurd û kurdên Swêd ewladekî xwe yê pir îstîsna û pir hêja, Xocê Xizirê hemû kurdên Stockholmê, Mehmet Aslan Kaya li Stockhoma xopan wenda kir.
15 sal berê, roja 9ê nîsanê wefta Aslan Kaya ya ji nişkave hemû kurdên Swêd û her kesê ew nas dikir gelkî xemgîn kir, her kesî dixwest ev xebera reş ne rast, derew be.
Lê mixabin xeber rast bû, dilê vî kurdê canfîda û xizmetkarê kurd û Kurdistanê  di temenekî xort da(49) sekinî û ji nava me koç kir.
Sal zû dibuhurin, 15 sal di ser wefata Aslan ra derbas bûn, wek her sal, îsal jî min û Hêvî xanimê piştî xurîniyê me xwe ji bo ziyareta wî hazir û amade kir û wek her sal em ketin riya gorristana Strandkyrkogarden.
Li ser riya me, li taxa Gullmarsplan gulfiroşek heye, her sal em nêrgizên xwe ji wir dikirin.
Lê ji şansê me ra îsal nêrgiz qediya bûn, em çûn ser gulfuroşekî din, li wir jî qediya bû. Lema ji mecbûrî me du çîçekên din kirîn.
Lê îsal me ji cîranê wî, ji gorra li kêlek wî, ji wî xortê feylî ra jî ku 5 rojan berî wefata Aslan ji alî hin xortan ve hatibûn kêrkirin û kuştin ra jî du gul kirîn.
Me got ew jî kurd e, bira ruhê wî jî bi yê Aslan ra kêfxweş û dilşa bibe.
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê xwe têxe devê yekî din û xwe birçî bihêle.
Gava em ji mal derketin dinya ne ewr bû, me got wexta bibare.
Lê şansê me hebû ewr çûn hatin lê baran nebarî. Lema jî şemsiya di destê min da li min bû bar.
Berî me hin hevalên din jî çûbûn ser gorra wî û wan jî kulîlkên xwe dabûn ber serê wî.
Me jî kulîlkên xwe danîn kêleka kulîlkên din.
Aslan cixarekêşekî pir îstîsna bû, wî ji çayê û ji cixarê pir hez dikir, bêyî xwarin debar dikir, lê bêyî çay û cixare debar nedikir.
Lê îsal ez bê cixare çûbûm ser gorra wî. Ji ber ku ji serê salê da ye min dev ji cixarê berdaye, min ji bîr kir pakêtekê bi xwe ra bibim û denynim ser gorra wî.
Lema li ser gorra wî ne min cixare kişand û ne jî min cixareyek îkramî wî  kir.
Ev hinekî bêbextî bû
Ji bo vê yekê min uzrê xwe jê xwest.
Her sal gava em diçin ser gorra wî, em bîstekê sohbet dikin, ji wî bêtir ez jê ra qala ilm û xeberan dikim, qala halê kurdan dikim.
Îsal jî min wer kir.
Min got Aslan, kurd dibêjin sal bi sal, xwezî bi par, halê kurdan ji par û pêrar pir û pir xerabtir e.
Li her çar perçên Kurdistanê jî neyarên kurdan wek gurên har êrîşî kurdan dikin.
Bi taybetî jî li Tirkiyê û Sûriyê û heta li Îraqê jî halê kurdan pir xerab e. Îran ji xwe rojê çend kurdan îdam dike.
Li Tirkiyê dewletê di salên 1990î da gund dişewitandin û vala dikirin, lê nuha êdî dest bi wêrankirina bajaran kirine. Êdî bajaran vala dikin û dişewitînin.
Belkî tu yê bawer nekî lê Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî, Hezex, Gever, Dêrik, Farqîn û Diyarbekira kevn  ji bin da wêran kirin, bi tank û topan û heta bi fuzeyan li bajran dixin.
Kes nizane rojê çend keç û xortên kurd ji alî leşker û tîmên dewletê ve tên qetil kirin, Kurdistan bûye gola xwînê.
Bi dîtina min di vê wêrankirina kurdistanê da para siyaseta PKKê jî heye.
PKKê di nava bajaran da xendek kolan û dest bi teqereqê kir. Vê yekê mane ji dewltê ra xweş kir, ji bo êrîşa ser bajaran qulpek jê ra çêkir. Û dû ra jî yek bi yek êrîş birin ser hemû bajarên kurdperwerî li xurt bû, bajar wêran kirin û gel jî bi çol û çepelan xistin.
Yanî meriv kane bibêje ku li Kurdistana bakur jî îro wek li Sûriyê û Îraqê herbeke mezin heye. Dewleta tirk êdî bi rengekî eşkere qala koçberkirin û qirkirina kurdan dike.
Ez bawer dikim di rojên pêş da rewşa kurdên bakur ewê gelkî xerabtir bibe.
Li Sûriyê îmkan û hêviyek çê bûye, îhtîmal heye kurdên Sûriyê jî wek kurdên başûr ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî statuyeke siyasî.
Lê wek li Îraqê kirin, li Sûriyê jî tirk bela xwe ji kurda venakin, ji alîkî da qatilên Daîşê  û cîhadçiyên xwe rêdikin ser kurdan û gund û bajarên kurdan wêran dikin û ji alîkî da jî ew bi xwe kurdan topbaran dikin.
Û di warê siyasî û dêplomatîk da jî bi hemû îmkanên xwe li dijî kurdan dixebitin,  dibêjin gerek kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî maf.
Lê di vir da ya muhîm şêla Emerîka ye.
Heta nuha Emerîkayê bi gotina tirkan nekiriye û dev ji piştgiriya PYDê û kurdan bernedaye.
Lê di pêşerojê da ewê çi bibe û ji civînên Cenewreyê çi derkeve hîn ne diyar e.
Hêvî dikim piştî civînên Cenewreyê û rawestina şer kurd bigihîjin mafên xwe yên netewî û em xeyalşikestî nebin.
Hêvî dikim Emerîka û heta dereceyekê Rûsya jî di rojên pêş da nekevin bin tesîra Tirkiyê û paşên xwe bi kurdan nekin.
Lê ya herî xerab di vê rewşa hewqasî giran da kurd hîn jî li ser hev in û ne bi tifaq in, hîn jî li hemberî neyarên xwe hêzên xwe nekirin yek.
Hêvî û daxwaza hemû kurdan ew e ku kurdên her çar perçên Kurdistanê rojekê berî rojekê hêzên xwe bikin yek.
Min dirêj kir, ez naxwazim bi van xeberên tahl û ne xweş serê te zêde biêşînim.
Bi kurtî halê me ne tu hal e.
15 sal zû derbas bûn, me, hemû dost û hevalên te pir bîriya te û sohbetên te kiriye.
Li her dera navê te derbas dibe, her kes bi hurmet û hezkirineke mezin qala te, qala camêrî, qala fedekarî, nefsbiçûkî û canfîdayiya te dike.
Em ji te pir hez dikin, em keda te, xizmeta te ji kurdên Swêd ra û ji gelê xwe ra kiriye tu carî ji bîr nakin.
Tu yê tim di dilê me da bijî….
Zinarê Xamo
2016-04-09

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE