06 april 2016

Devlet Bahccelî: Li Nisêbînê kevir li ser kevir, serî bi laş ve nehêlin



Piştî Erdogan, serokê MHPê Develet Bahçelî jî kurd bi jenosîdê tehdît kiriye  û gotiye,
“Sê rojan moletê bidin gel, bajêr vala bikin. Dû ra jî li Nisêbînê kevir li ser kevir, serî bi laş ve nehêlin. Xwîna şehîdên me li erdê nehêlin.”
Ev banga jenosîda miletê kurd e, dibê hemû partî û serokên kurdan vê banga Bahçelî miheqeq bibgihîn Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû dezgeh û mahkimeyên însanî yên navntewî.
Çimkî Bahçelî, ne dînekî tîmarxanê ye, li Tirkiyê serokê partiya sêyem e, serokekî muxalefetê ye. Merivekî wiha kurdan bi jenosîsîdê tehdîd dike, ji bo polîs û leşkeran dixwaze li Kurdistanaê kevir li ser kevir û însanekî sax nehêle, her derê xera bikin û hemû kurdan bikujin.
Ma ji viya cidîtir çi heye?
Û em zanin piraniya polîs û tîmên li Kurdistanê jî faşîst û milîtanên MHPê yanî çeteyên Bahçe ne.
Lema jî ev beyana Bahçelî pir muhîm e û dibê hemû kurd vê beyana Devlet Bahçelî li dinyayê belav bikin, haya medyaya dinyayê bigihîninê.
”Heger em wek dewlet micadeleya li hemberî rêxistina terorê di çarçeweya exlaqaî, wîjdanî û huqûqî da nemeşînin, ev mesele ji bo me karê 3 rojan e.”
Ev herdu beyan jî pir tahlûke ne û hev û du temam dikin, di herdu beyanan da jî miletê kurd bi qirkirinê, bi jenosîdê tê tehdîdkirin.

XXX
Însanên rezîl ev dinya gewrik û şîrîn jî wek xwe rezîl kirin. Ji ruyê wan da madê meriv ji dinyayê jî digere.



XXX
Merivékî nexweşe kane miletekî nexweş bixe. îspata vê Erdogan e. Mêrik paranoyak e, civat jî bi xwe ra kir paranoyak. Şerê bi dînan û faşîstan ra pir zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE