07 april 2016

Dewleta tirk êdî kurdan eşkere bi qirkirinê tehdît dikin

Erdogan gotiye kurd tirk in û heger hewce be ewê hemû bajarên kurdan xera bikin
Erdogan îro li qesra xwe dîsa bi muxtaran ra hat ba hev û li hemberî kurdan dîsa axaftineke pir û pir tahlû kir.
Erdogan di axaftina xwe da şerekî mezin û pir bi xwîn da ber dewletê û kurdan û got heger hewce be, ji bo ku hêzên ewlekariyê zirarê nebîne, ewê bajaran ji dûr va hilweşînin.
Erdogan hinekî din jî pêş da çû û got kurd her çiqas kurd in jî lê dibê bibêjin em “tirk in”.
Develt Bahçelî jî do gotibû li Nisêbînî kevir li ser kevir û serî bi laş ve nehêlin.
Erdogan di axaftina xwe ya îro da nîşan da ku di nabêna wî Bahçeliyê faşîst da tu ferq tuneye.
Ev demeke Erdogan û Bahçelî axaftinên gelkî irqçî û faşîzan dikin. Ev ne elameta xêrê ye, herdu jî eşkere kurdan bi jenosîdê û bajarên wan jî bi wêrankirinê tehdît dikin.
“Heger hewece be derên(yanî bajarên) operasyon lê dibin ewê bi temamî werin valakirin û hemû bîna ji dûr da werin hulşandin.
Li Tirkiyê yek milet heye. Ez kurd im lê ji miletê tirk im, boşnak im lê ji miletê tirk im. Dibê wiha were gotin. Her kesê viya qebûl bike.”
Viya Hîtler jî Seddam jî derbas kir.
Bi qasî ku xuya ye li pêş kurdan belayeke pir mezin heye…
Heger meriv kurd be û bi rastî jî xwe kurd bibîne dibê piştî van gefên Erdogan yên irqçî û faşîst di nava AKPê danemîne û miheqeq jê veqete.


Piştî axaftina Erdogan ya do û ya îro kurdê hîn jîtê wê ji AKPê veneqete, kurdê ji parlamenterî û wezîrtiya hukûmeta AKPê îstîfa neke, tê wê maneyê ew xwe tirk dibîne piştgiriyê dide pêşniyarên Erdogan, ew jî dixwaze bajarên kurdan werin wêrankirin û kurd werin qirkirin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE