01 april 2016

Diyar e carnan feydeya rexneyê heye.


Xuya ye carnan gotina rast, rexne û cesareta medenî pere dike.
Di 30ê adarê da KCKê bi beyanekê Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bibîr anîbû û gelkî pesnê wan û micadeleya wan dabû, gotibû ewê micadela wan bidomînin.
Min jî ev beyana KCKê rexne kiribû û gotibû KCK di roja îdamkirina Qazî Mihemed da li ser serokên tevgera xortan ya çepên tirk Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş beyanê dide, îdamên wan bibîr tîne, lê belê serokekî netewî, yekî wek Qazî Mihemd bibîr nayne.
Miheqeq ne ez tenê, gelek kurdên din yên welatparêz jî ji vê beyana KCKê aciz bûbûn.
Ji ber ku heger meriv xwe wek tevgera miletekî bindest bibîne, berî serokên tirkan, dibê meriv serokên xwe, serok û şehîdên gelê xwe bibîr bîne. Ev wezîfeya netewî ya her kurdî ye.
Gava meriv viya neke, serokên tirkan berî serokên xwe bibîr bîne, di vir da şaşiyek heye, di siyaset, fikir û îdeolojiya meriv da kêmasiyek, beloxwariyek heye.
Bi tesîra rexneya kê dibe bira bibe, KCKê îro bi derengî be jî li ser şehadeta Qazî Mihemed jî beyanek daye û îdamkirina Qazî Mihemed bi tundî şermezar kiriye û gotiye, "Gelê Kurd wê bi avakirina Kurdistana azad re bersivê bide bîranînên van rêberan."
Hedefeke rast û baş e. Xwezî ev tişt di dewsa beyana li ser Denzîz Gezmîş û Mahîr Çayan da hatiba gotin.
Lê helbet him li micadela Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş xwedî derketin û pesnê wê dayin û him jî li ya Qazî Mihemed li hev nake.
Denîz û Çayan du kesên çepên tirk û kemalîst bûn. Lê Qazî Mihemed serokekî netewî yê miletê kurd bû, ji bo azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê canê xwe feda kir.
Nabe meriv him îdeolojî û micadeleya Çayan û Gezmîş û him jî ya Qazî Mihemed rast bibîne û îdîalên wan bike îdîalên xwe. Di vir da çeloxwariyeke îdeolojîk heye.
Lê li gel vê yekê jî bi dîtina min ev beyana KCKê pêşketineke baş e. Bi kêmanî mecbûr bû beyaneke wiha jî bide. Ez bi xwe pozîtîf dibînim.
Lê beyana li ser Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş şaş e, heger KCK dixwaze bi temamî bibe tevgereke kurd, dibê xwe ji îdeolojiya çepên tirk dûr bixe û ji dîroka çepên tirk bêtir, li dîroka kurd û Kurdistanê xwedî derkeve.
Diyar e carnan feydeya rexneyê heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE