02 april 2016

Ma we qet dîtiye çepên tirk seroekekî kurdan bibîr anîbin?

Hin kes nivîsa min ya li ser bîranîna KCKê ya Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş rexne dikin û dbêjin di salên borî da PKKê gelek caran şehadeta Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr aniye û li ser wan di telewîzyonan da li ser wan program hatine çêkirin.
Min di nivîsa xwe da ne gotiye PKKê tu carî Qazî Mihemed bibîr neaniye û di telewîzyonên xwe da program li ser çênekiriye.
Rast e PKKê vana hemû kirine. Û ji xwe kurdê li Qazî Mihemed û armanca wî xwedî dernekeve ne kurdekî neteweperwer e.
PKKê berê Kurdistaneke serbixwe jî dixst, lê nuha naxwaze.
Yanî ji ber ku yekî do titştekî rast û baş kiriye ev nayê wê maneyê îro tiştekî şaş nake.
Min beyana KCKê ya di 30ê mehê da bi tirkî belav kir rexne kiriye, ne ku PKKê tu carî Qazî Mihemed bibîr neaniye.
Îşê me bi çep û rast û dîndarên tirkan, serok û dîroka wan tuneye, dibê em li dîroka xwe xwedî derkevin.
Ma we qet dîtiye hevalên Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan cara Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Seîd û Seyid Riza bibîr anîbin û bi hurmet qala micadeleya wan kiribin?
Tirk, rast, çep û dîndarên wan tu carî bi başî, bi hurmet qala serokên kurdan nakin. Dema qal dikin jî tim bi xerabîyê qal dikin.
Lema jî wezîfeya tevgereke kurd, partiyek kurd ne ew e ku wek hêzeke tirk her sal serokên tirkan û micadela wan bibîr bîne, propagendeya wan ji kurdan ra bike, çepên tirk, heyranên kemalîzmê bi kurdan bide naskirin û şîrînkirin.


Wezîfeya her partiyeke kurd berî dîroka xelkê, dîroka xwe bi gelê xwe bide nas kirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE