05 april 2016

Neyartiya kurdan tirk kirine paranoyak



Nivîskara rojnameya Hurrîyetê Verda Ozer dibêje Erdogan li Waşhîngtonê ji Obama ra gotiye, ”werin dev ji PYDê berdin, ji dêlî wan ve emê bi grûbên ereb û tirkmen ra ji li hemberî Daîşê şer bikin”
Lê belê emerîkiyan ”mealen” gotine em dev ji PYDê bernadin.
Ji bo ku Emerîka dev ji piştgiriya PYDê û kurdan berde dewleta tirk, Hukûmeta AKPê dikane dînê xwe jî biguherîne û here ser dînê Emerîkayê, yanî tirk kanin bibin xiristiyan jî.
Bira Emerîka dev ji piştgiriya kurdan berde tirk amadene her tiştî, ema her tiştî bikin.
Çimkî tirkan sebebê hebûna xwe ya vê dinyayê bi neyartiya kurdan ve girê danene, li gorî Erdogan-Davutoglu, dewleta tirk, miletê tirk ew ji bo tunekirina kurdan li vê dinyayê hene. Wek dewlet û wek milet li vê dinyayê wezîfeya tirkan ya esasî şerê kurdan ye, ji sedî 99ê tirkan wisa difikirin.
Lema jî li her derê, her bihosteke vê parzemînê ji bo ku koka kurdan biqelînin çi ji destê wan tê dikin.
Lê heger wiya nikanibin, bi kêmanî nehêlin kurd li tu derê ji bindestiyê rizagar bibin, nikanibin li tu dereke cîhanê bibin xwedî maf û desthilat.
Û bi rastî jî her tirk li her deran cîhnanê vê xebata li hembrî kurdan pir aktîf, pir cansîperane dike.
Ez werim ser şerê Tirkyê û Daîşê (!)
Bêguman Emerîka zane heger Tirkiye bixwaze ne hewceyî şer e, bi emrekî tenê Erdogan kane Daîşê ji Sûriyê derxe.
Yanî berberî û şerê Tirkiyê yê li hemberî Daîşê dereweke bi boçik e, Daîş girêdayî MITê û artêşa tirk e û emîrê Daîşê yê herî mezin û xwedî hukim jî Erdogan e.
Erdogan bixwaze sibe dikane emir bide qatil û çeteyên xwe yên îslamî û hemûyan derxe derî Sûriyê.
Lê nake, ji ber ku li hemberî kurdan bi kar tîne.
Erê ereb û faris jî dijminên kurdan in, erê ew jî naxwazin kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.
Lê belê ne bi vê ecëba tirkan, neyartiya yekî jî ne wek ya tirkan e. Tirk li hemberî zuriyeta me, li hemberî hebûna me ne.
Û ne tenê li Tirkiyê, li her dera dinyayê, ji Esad bêtir nahêlin, naxwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî mafekï herî biçûk.
Ji bo ku em li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf, micadeleyeke derî aqilan didin, 24 saetan wek dewlet, wek milet, bi rengekî profesyonel wer li pey me ne, wer şerê me dikin, wer li dijî me dixebitin.
Lema jî dibê her kurdê welatparêz vî neyarê xedar, vî neyarê xwînxwar, faşîst û nazîst baş nas bike û bi dinyayê, bi zarokên xwe, bi qewmê xwe bide naskirin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE