01 april 2016

Qazî Mihemed taca serê her kurdî ye


Di van salên dawiyê da meriv hêdî hêdî dibîne di nava kurdan da tu serokekî kurd yê siyasî bi qasî Qazî Mihemed nayê hezkirin.
Her kurd, dîndar ne dîndar, çep, rast heyran û evîndarê Qazî Mihemed e, bi hurmeteke mezin qala wî micadela wî dike.
Erê kurd ji Mele Mista Barzanî jî pir hez dikin, lê ne di dereceya Qadî Mihemed da. Yê ji Mele Mistefa Barzanî hez nakin û hin aliyên wî rexne dikin jî hene.
Lê Qazî Mihemed ne wiha ye, her kurdê şiyar û welatparêz heyranê wî ye, wî dilê her kurdî fetih kiriye…
Ez hurmeteke mezin vî rêber û egîd û cangoriyê kurd û Kurdistanê bibîr tînim…

 XXX
Pêşewa Qazî Mihemed ewê tim di dilê miletê kurd da bijî !
Pêşewa Qazî Mihemed, serokê Komara Kurdistanê di 31ê adara 1947a da ew û Seyfî Qazî û Sadrî Qazî li Meydana Çarçira ji alî rejîma şahîtiyê ya xwînxwar ve hatin îdamkirin.
31ê adarê û Meydana Çarçira di dil û hafizeya her kurdê welatparêz da birîneke kûr e û şopeke mezin hîştiye, miletê kurd vê roja reş tu carî ji bîr nake.
Ez, Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim….
Qazî Mihemd û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…

XXX
Washingtonê Erdogan xist binê erdê
Li gorî medyaya tirk dinivîse di serdana Erdogan ya Emerîkayê da rezaleteke dîplomatîk derketiye.
Tu berpirsiyarekî emerîkî, ne siyasî û ne jî leşkerî, ne qaymeqam û ne jî zabit û muxtarekî emerîkî li balafirxaneya Andrews neçûye pêşweziya serokkomar û sultanê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Û ya ji skandal û rezaletê jî xerabtir, onbaşîyekî serokatiya merasima pêşwazîkirina Erdogan kiriye.
Û merasimê jî hinekî dereng dest pê kiriye, gava Erdogan û xanima xwe ji balafirê daketine manga merasimê ne hazir bûye.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê û konsolosê Tirkiyê yê Washîngtonê çûne pêrgî serokê dewleta tirk Erdogan.
Diyar e Obama bi vî şiklê pêşwazîkirinê xwest nîşanî Erdogan bide ew ji wî pir aciz in, êdî ew wek berê qedir û qîmetê nadin wî. Lema jî onbaşiyekî dişînin pêşwazîya wî.
Wek tê zanîn di leşkeriyê da rutbeya herî kêm, herî nizim ya onbaşî ye, di bin onbaşîtiyê ra rutbeyeke din tuneye.
Bi vê pêşwazîkirinê Obama ji Erdogan ra got heger rutbeyeke di bin onbaşî ra hebûya minê ew bişanda pêrgî te, lê mixabin tuneye…
Ji bo ku Erdogan li Emerîkayê bi merasimeke helahop û ji alî Obama ve were pêşwazîkirin Tirkiyê xwe çirand, bi milyonan dolar rijandin. Lê netîce wek tê dîtin fiyaskoyeke mezin e…

XXX


Di van 14 salên îktîdara AKPê û dîndaran da me dît ku dîndarên tirk jî bi qasî faşîstên MHPê faşîst, panturkîst û irqçî ne. Û ew jî bi qasî faşîstan neyarê zuriyeta kurdan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE