02 april 2016

Tirk bi mirina kurdan pir kêfxweş dibin

Sîteyên tirk, telewîzyon û rojnameyên tirk xeberên li şer û pevçûnên nabêna gerîla, leşker û polîsan da tu carî wek bûyer, bêterefdarî û objketîv nadin. Hemû medyaya tirk jî wek dewleta xwe bi çavê dijmin li meselê û li kurdan dinêrin.
Mesela gava leşker û polîsên tirk gerîla dikujin, bi vê xeberê pir kêfxweş dibin, dibêjin, ”xebereke kêfxweşiyê/sevindirici bir haber”, li filan derê leşkeran nizanim çuqas ”terorîst” kuştin.
Lê gava gerîla leşker û polîsên wan dikujin, pê gelkî xemgîn dibin û îcar jî dibêjin ”ji Şirnexê xebereke reş/Şirnaktan aci haber” û nizanim ji ku derê ”xebereke reş….”
Yanî gava ew kurdan dikujin xweş e, kêfa wan tê, ji kêfa çindikan davêjin, lê gava ew tên kuştin xemgîn dibin û manşeta wan jî dibe:
-Dîsa xebereke reş/Yîne aci bir haber, aci bir haber daha….
Baş e yekî bi mirina me şa bibe, çima emê bi mirina wan xemgîn bibin?

XXX
Li ser daçekên di kurmancî da (da, ra, va)ev nivîsa Bahoz Baran, nivîseke pir hêja ye, dibê her malper, her rojname û kesên bi kurmancî dinivîsin bixwîne.
Ez bi xwe jî daçekên "da, ra, va" bi kar tînim, ji ber ku li herêma me milet wer bi kar tîne.
Lê di çapa kitêba min(Antolojiya çîrokên zarokan)ya duem da weşanxaneya Rûpelê haweyê "ra, da, va" guhert û hemû kirin "de, re, ve". Min çiqas israr kir jî gotin standarta me ev e, em daçekên "da, ra, va" qebûl nakin.

XXX
Erdogan piştî gelek rica û minet, piştî hezar û yek nabêncî, piştî bikaranîna gelek lobîstên bi nav û deng û piştî gelek şelafî nîhayet xwe gêhand Obama, pê ra rismek girt û bi rengekî ne resmî 50 deqîqeyan pê ra rûnişt.
Erdogan û siyasetmedarêln tirk merivên pir bêşexsiyet in, li Tirkyê her roj resta Emerîkayê dixwînin, dibêjin "Ey Obama, tu hevalê kê yî" ?
Lê li Washîngtonê bûn pisik, ji bo ku bi Obama ra rismekî bigrin şelefiya nekirin nema.
Li Tirkiyê her toj gotinên nemayî ji Îsraîl ra dikin, lê li Emerîkayê çûn xwe avêtin dexlê cihuyan, ji bo ku bi wan ra civînekê çê kin xwe avêtin des û nigên wan.
Însan ancax hewqasî sextekar, durû û bêşexsieyt dibe.
Lê ez baer nakim Obama risim belaş pê ra kişand û cmata cihuyan belaş pê ra rûniştin. Ez dibêjim ji bo vê yekê miheqwq bedlek dan...



XXX
Ez dibêjim kurdê ji tirkan û ereban û ji zimanê wan hez bike tamara kurdayetiyê pê ra piçekî zeîf e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE