08 maj 2016

Dewleta tirk bi hezaran kurd kuştine û bi komî binax kirine



Serokkomarê Tirkiyê do li Meletyê gotiye, di operasyonên li dijî terorîzmê da ”me bi hezaran terorîst di kortan da binax kirin.” !
Ne yek, ne dudu û ne jî sisê, ”bi hezaran kurd kuştine û bi komî binax kirine”!
Û mêrik vê qetlîama xwe jî venaşêre, belovacî wê pê pesnê xwe dide, pê îftîxar dike.
Dibê partiyên kurdan, komeleyên mafên mirivon, rêrxistinên sivîl vê beyana Erdogan wek îtîrafa qetlîmake mezin qebûl bikin û lê gilî bikin, ciyê hewaqs kuştî lê veşartine jê bipirsin.
Kuştina ”bi hezaran însanî” qetlîam e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye, dibê rêxistinên kurdan him hesabê vê yekê ji Erdogan û hukûmeta AKPê bikin û him jî cî û gorrên van kuştiyan jê bipirsin.

XXX
Îsmaîl Beşîkçî xoceyê malava gotiye ”ji kurdan ra dewletek lazim e.”
Tu rast dibêjî xoceyê xoşewîst, em jî zanin ji me ra dewletek lazim e. Miletê bêdewlet miletê kole ye, mahkûmî wendabûnê ye.
Ev dused sal in kurd li Kurdistanê xwîna xwe diherikînin ji bo ku vê dewletê ava bikin.
Lê em dikin nakin em nikanin.
Neyarên me him pir in û him jî xurt in, bêbavan nahêlin em bibin xwedî dewlet.
Û wek cizîrî dibêjin, dinya jî ”bênamîs” û pûlerest e, ew jî alîkariya me nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE