14 maj 2016

Pêşiyan gotiye dûro bi nûro


Dûro bi nûro, gotineke kurdî ya pir xweş û pir manîdar e.
Hin kes hene merivên pir çamûr in, bêexlaq û bêedeb in, bêheya û rûşuştî ne.
Li ba wan tirrek û sed tirr qet ferq nake.
Ji ber ku ji xwe fedî nakin.
A dibê meriv hefsa xwe ji kesê wiha bike, pê ra nede û nestîne, pê ra dostiyê û hevaltiyê neke, xwe jê dûr xe.
Lema jî meriv dibêje "dûro bi nûro", yanî meriv ji kesên wiha rûşuştî û bêheya çiqasî dûr be hewqasî baş e...
Dûro bi nûro....
Di nava kurdan da kesên wiha pir in û roj bi roj pirtir dibin. Qada siyasî kulmozka wan e.
Di bin xêliya siyasî da şelafiyê û fêsadiyê dikin. Di bin xêliya siyasî da şamûrê davêjin ji xelkê da.
Tirkan gelek kurd jî wek xwe bêexlaq û pîs kirine, aliyê mirovan yê însanî, yê baş kêm û yê xerab zêde kirine.
Û siyaset jî kesên wiha him dihewîne û him jî zêde dike.
Dûro bi nûro...

XXX
Hin kes carê bûne heval û hevakrê dewleta tirk, tu çanqalan bavêjî ji canê wan da jî tu nikanî wan ji hevkarî û xulamtiya dewleta tirk biqetînî.

Dewlet welatê wan dişewitîne, bajarên wan yek bi yek wêran dike, her roj bi dehan zarokên wan qetil dike, bi dehhezaran kurd xistine zindanan, kes newêre dengê xwe bike lê dîsa jî ne xema wan e, dîsa jî dev ji hevaltiya vê dewleta qatil û faşîst bernadin.

Heta kurd azad nebin, heta dewleta tirk li Kurdistanê neyê mexlûpkirin ev hevakarên dewletê, ev wezîr û mebûsên neyar ewê tu carî dev ji zilamtiya dewleta tirk bernedin.



Yê carê ji refên xwe dûr ket û bû hevalê dijmin zû bi zû paş da venagerre...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE