05 maj 2016

Erdogan tezkereya Davutoglu tije kir


Bavê miletê tirk û xwediyê Tirkiyê yê nuh Recep Tayyip Erdogan, tezkereya serokwezîrê xwe yê derewan Ahmet Davutoglu da destê wî û jê ra got wezîfeya te qediye, here ji xwe karekî bi din mijûl bibe.
Lê Davutoglu ne mêrê biwêribe li hemberî Erdogan rabe. Erdogon çi heqaretê li Davutoglu bike jî Davutoglu ewê daqultîne û tim besnê Erdogan bide.
Davutoglu, di 15-16 mehên serokwezîrtiye xwe da bi emirê Erdogan bi hezaran kurd dan kuştin, Kurdistan kir gola xwîne. Gelek bajarên Kurdistanê da wêrankirin.
Ji qetlîama Dêrsimê vir da tu serokwezîrî bi qasî Davutoglu xwîna kurdan neherikandin. Bi emrê Davutoglu bi sedan kurd hatin înfazkirin. Yanî Davutoglu qatilekî kurdan yê pir mezin e.
Helbet ev yek bi emrê Erdogan bû, Erdogan ji Davutoglu xwest û wî jî emrê wî bi cî anî.
Davutoglu, ji serokwezîrekî bêtir wek emirberekî li ber destê Erdogan bû, Erdogan pê li serê wî kira jî dengê xwe nedikir, navê Erdogan tim bi hurmeteke mezin, bi ”radiyallahu anhu((r.a.)telafuz dikir, lê Erdogan dîsa jî ew qewitand.
Li gel ku Davutoglu tu carî ji emrê Erdogan dernediket, her gotina wî wek emir qebûl dikir jî, gelo ji bo çi Erdogan dîsa jî bera wî da? 
Erdogan dîktatorekî pi îstîsnaye, ew û malbata wî di gelek sûcên giran geriyane.
Wî di şerê Sûriyê da gelek sûcên giran û li dijî însaniyetê kirine. Ku carê nigê wî bişemite ewê di zindanan da birize. 
Lema jî dibê ew pêşeroja xwe pir saxlem bike. Merivên pir saxlem û bi taybetî jî yên di sûc geriyane, wek wî dizî kirine bigre dora xwe.
Û ji bo ku viya bike, ciyê xwe û malbata xwe saxlem bigre dibê qanûna esasî biguhere û bibe serokkomarê Tirkyê.
Diyar e di vê riyê da ew Davutoglu dîwarekî zêde saxlem nabîne, lema jî dixwaze yekî hîn nêzî xwe, yekî hîn cesûr û yekî bêtir di sûc geriyaye bike serokwezîr.
Belkî jî zavê xwe bîne dewsa Davutoglu. 
Lê kê bike serokwezîr jî ji bo me kurdan qet ferq nake, ewê siyaseta Erdogan ya şer bidomîne.
Davutoglu merivekî tirsonek û pir bêşexsiyet e, Erdogan çi bike jî ewê tu carî xwe aciz neke û li dijî wî ranebe. Û ji xwe beyanên wî yên van du rojên dawî jî vê bêşexsieytiya wî nîşan dide.
Lema jî guhertina wî ji bo Erdogan ne problem e, wek guhertina parêzvanekî ber deriyê xwe ye.
Ji bo ku Erdogan xwe bike serokkomar ewê HDPê ji meclîsê bide avêtin û dû ra jî here hilbijartineke pêşwext. Ya kurdê nekevin hilbijartinê û heger têkevinê jî ewê bajarajê derbas nekin û bi vî hawî ewê hemû rayên kurdan ji here AKPê ra. Belkî MHPê jî di binê barajê da bihêlin û rayên wan jî here ji AKPê ra. Ji xwe wa ye MHP jî berra hev dane.
Heta hilbijartina ewê li Kurdistanê şerekî mezin bidin domandin. Di vî warî da eskeran, MHPê û CHPê bi Erdogan ra li hev kirine. Di bin teşxele û siya koçberan da heta ji wan were ewê bixwazin Kurdistanê wêran bikin. Erdogan dixwaze ji bo vê yekê yekî saxlem û pêbawer bike serokwezîr.
Erdogan bi AKPê Tirkiye êsîr girtiye û bi Tirkiyê jî Yekîtiya Ewrûpayê.
AKP ya şexsê Erdogan e, di nava AKPê da her kes sifir(0)e, her kes di binê emir û xizmeta Erdogan da ye.
Erdogan, AKPê wek organîzasyoneke mafîayê bi kar tîne, bi wê dewlet xistiye destê xwe.
Heta Erdogan serokkomarê Tirkiyê be û AKP jî li Tirkiyê îktîdar be li Kurdistanê, li Tirkiyê, li Sûriyê şer û tevlihevî nasekine.
Erdogan ewê rehetiyê nede Ewrûpayê jî. Ji bo ku dinya ji belayeke mezin, ji şerekî bêdawî xelas bibe dibê aqûbeta Seddam Husên bibe ya Erdogan jî. Ya na ne li Kurdistanê û ne jî li herêmê ewê tu carî dawî li şer neyê.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE