13 maj 2016

Ev çi zafer e gidî ?

Serokê KCKê Cemîl Bayik, tiştekî wiha gotiye devê meriv ji hev dihere.
Camêr gotiye, ”di şerê xendekan da AKP têk çû û şervanên xendekan bi ser ketin.”
Meriv matmayî dimîne.
Gelo Kurdistan çê bûye, em di guhê gê da bûn haya me jê tuneye, ya jî ev mêrik xirifî ye, ya jî ji xwe ra xewnên tewşomewşo dibîne?
Ezbenî şervanên xendekan çawa bi ser ketine û AKP(esas ev AKP gotineke berradayî ye, hêza Kurdistanê wêran dike, qetlêman dike dewleta tirk e)çawa têk çûye?
Tu dîn î ya jî tu henekê xwe bi aqilê kurdan dikî?
Bi şerê we yê xendekan kurd ji Tirkiyê neneqetiyan e û Kurdistan ava nebûye.
We federasyon ya jî otonomî îlan nekiriye.
We bajarakî, gundekî Kurdistanê rizgar nekiriye.
Leşker û polîs rojê bajarekî kurdan wêran dikin.
Li gorî beyanên berdevkên dewletê di nava 9-10 mehan da 6-7 hezar kurd kuştine.
Dewletê Licê, Farqîn, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Dêrik, Gever û Sûra Diyarbekrê û gelek der û bajarên din wêran kirin û ji van bajaran bi sedhezaran kurd koçber bûn.
Dewlet ketiye ser dilê kurdan û seranserê Kurdistanê dişewitîne.
Û li hemberî vê felekata mezin tu dibêjî em bi ser ketin û dewleta tirk têk çû!
Ka tu çawa bi ser ketiye?
Ka te ji kurdan ra çi bi dest xistiye?
Te kijan bajar, kîjan gund ji bin îşxala tirkan xelas kiriye?
Ev çi serketin e, çi zafer e ?
Zafera Pîrûs jî ne wiha bû.
Hêvî dikim kurd careke din serketinên wiha nebînin…
Kurdistan bûye Sûriye.
Li gelek bajaran kevir li ser kevir nemaye û li hemberî vê bedelê giran we buhostek erd jî rizgar nekiriye.
Û di ser da û ya herî xerab hûn tişterkî wiha jî ji xwe naxazin
Bi vê siyaseta xwe ya şaş û bi vî şerê xendekan we hey malik li kurdan xera kir. Lê qenekê bi gotinên wiha henekê xwe bi aqilê kurdan nekin, birînên milet tevranedin…
Hinekî realîst bin, felaketa çê bûye bibînin…
Milet ne dîn e, ne kêmaqil e, dibîne kî bi ser ketiye û kê wenda kiriye.
Bi kuştina çend sed leşker û polîsan tirk naqedin, dûzana tirkan xera nabe, yên perîşan bûne kurd in.


Piştî qetlîama Cizîrê, Karayilan, Kalkan, Bayik bi xwe gotin me li Cizîrê şaşî kir, me texmîn nedikir dewlet ewê hewqasî hov be.
Lê him ev gotin û him jî bajarên din kirin Cizîr.
Her kes zane dawiya şerê nava bajaran ev malwêranî ye, mehek, du meh, sê meh, çar meh dû ra bajar dikeve, wêran dibe.
Û netîceya wê jî dibe bajarekî wêrankirî, bi sedan kuştî û bi hezaran koçber.
PKK serxwebûnê, dewletê naxwaze, ji bo çi ewê şerê nava bajaran bike?
Şerekî sedîsed meriv zanibe merivê wenda bike meriv nake.
Şerê PKK dike nuha ev e.
Zane ewê şer wenda bike, lê dîsa jî bajarên xwe bi vê dewleta faşîst dide wêrankirin.
Dibê meriv li hemberî vê siyaseta malwêran bêdeng nemîne û rexne bike. Bi vê siyasetê dewletê ewê hemû Kurdistanê wêran bike û di netîceya wê da emê tiştekî jî bi dest nexin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE