27 maj 2016

Ev mesele ne meseleya qanûn manûnan e, mesele siyasî ye



Parlamenterên HDPê, ji bo îptalkirina biryara meclîsê ya rakirina parêzbendiya wan ewê yeko yeko li ba Dadgeha Bilind îtîraz bikin.
Ez bawer nakim giliyê wan tu netîceyeke pozîtîv bide. Lê bide jî ne muhîm e, rewşa me, têkikiliyên me û tirkan û dewleta wan naguherîne.
Meclîsa wan çi biryar dabe Dadgeha Bilind jî ewê eynî biryarê bide, ji ber ku şêla herdu dezgehên dewleta tirk in û herdu jî li dijî miletê kurd in.
Ev mesele ne meseleya qanûn manûnan e, mesele siyasî ye. Birayara meclîsê siyasî ye û Dadgeha Bilind jî bi îhtîmaleke ewê siyasî hereket bike.
Dibê PKK, HDP û hemû kurd êdî qebûl bikin ku ev dewlet ne ya me ye û tu carî wek tirkan nabe ya me.
Dewlet jî, meclîs jî, dadgeh jî yên tirkan e û li gorî berjewendiyên tirkan digerin û biryarên li gorî berjewendiyên(menfaetên)tirkan didin.
Bi biryara rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, tirkan ji me ra gotin hûn kurd ne ji me ne, ev meclîs ne ya we ye û lema jî em dixwazin îro we ji meclîsa xwe bavêjin.
Giliyê li mahkima Bilind, nutqên biratiyê, şelafiya ji tirkan ra ray û fikrê tirkan yê di heqê me da naguhere.
Tirk qebûl nakin em û wan xwediyê eynî mafan bin. Qebûl nakin dewlet bi qasî ya wan e, hewqasî jî bibe ya me.
Dibê em vê rastiyê qebûl bikin û hustuyê xwe zêde di kêrê nedin. Ji dêlî wê ve wek milet mafên xwe yên netewî bixwazin, bixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, bibin desthilatdarê îdareya wealtê xwe.
Tiştê tirk layiqî me dibînin bindestî û koletiya ji wan ra ye, dibêjin ya hûnê bindestî û xulamtiya me qebûl bikin ya jî emê tim we bikujin, zindan bikin û bajarên we yek bi yek bi ser serê we da bihedimînin.
Ji ber ku hemû partiyên tirk, dewleta tirk, dezgehên dewletê, artêş wisa difikirn dixwazin kurdan ji meclîsê bavêjin û dû ra jî zindan bikin.
Lema jî dibê HDP, PKK êdî dev ji siyaseta ”biratiya gelan” û pêşxistina demokrasiya Tirkiyê berde û wek hêzeke azadîxwaz ji gelê xwe ra mafê çarenûsê bixwaze, hukmekî netewî bixwaze. Wek kurdên başûr bi kêmanî federasyonê bixwaze, otonomiyê bixwaze.
Lê dev ji biratiya tirkan û pêşxistina demokrasiya Tirkiyê berde.
Bira tirk mafê me bidin kî dide bira bide, kîjan rejîm dide bira bide.
Em kurd nikanin tirkan û dewleta wan biguherînin û demokrasiyê bînin Tirkiyê. Bira ew ji xwe ra bikin.
Ev siyaseta PKKê û HDPê ya biratiya gelan û Tirkîyetiyê vala ye, ji kok da şaş e, bêbingeh e û kurdan biçûk dixe, manewiyata wan xwera dike. Lema jî dibê PKK dev ji siyaseta biratiya gelan û ”Tirkiyeke demokraîk” berde, ji kurdan ra tiştekî konkret bixwaze.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE