12 maj 2016

Geva meriv jiyana xelkê dibîne giriyê meriv bi halê meriv tê

Ez bîstek berê ji konferansê vegeriyam. Weleh him hewa xweş bû û him jî her tişt xweş bû, me kêf kir.
Xelkê welatê xwe kiriye cinet, her der wek parqeke îngilîzan xweş û bi dûzan bû. Xwezayek mikemel, hişnayî, av, daristan, çîmen, dûzan, paqijî her tişt bêqusûr bû.
Sundbyholms Slott, qesreke ji sala 1527a maye. Berî wê jî wek avahiyeke dêrê hebûye. Xelkê heta nuha parastiye û îro jî bi sedan kesan dike mîvan.
Îcar li Swêd bi sedan qesrên wiha hene û hemû jî wek ciyên konferansan û bînvedanê tên bi kar anîn.
Swêdî mêrikan ji dêlî ku hev û du bikujin kêf dikin. Dilê meriv dibêje jiyana wan. Gava meriv derên wiha kêfa swêdiyan dibîne giriyê meriv bi halê meriv û gelê meriv tê, meriv gelkî xemgîn dibe.
Meriv dibîne xelk çi kêfê dike û em kurd di çi perîşaniyê da ne…
Lê yê min jî ev cara dawî ye, îmkan û kêfa wiha hew dibînim…

XXX
Sibe dîsa rêwî me
Sibe rêwî me, ciyê karê min dîsa konferanseke du rojan li dar dixe. Konferansa buharê. Salê sê caran konferansên wiha çêdikin. Em her carê diherin bajarekî, dereke me nedîtiye. Him hinekî dipeyivin û him jî îsrehet dikin, xwarinên xweş û buha dixwin.
Emê sibe û dusibe yanî du rojan li Sundbyholm Slotê(li Qesra Sundbyhilmê) bikin leqleq û kêf bikin.
Li gorî programê emê ji bo pêşerojê programekê çêkin, li hev guhdarî bikin, fikrên nuh pêşkêş bikin, filan û bîvan.
Lê di rastiyê da sohbet e, bînvedan e, danûstendin e û kêfkirin e.
Ev beşdariya min ya dawî ye. Çimkî di meha îlonê da teqawît(xaneşîn)dibim û li malika xwe rûdinim.
Belî dawiya dawî me teqawitî jî dît….
Sibe ez nikanim tiştekî binivîsim. Dusibe ezê êvarî vegerim. Heger zû vegeriyam û di tûrikê min da tiştek hebe ezê çend rêzan bivîsim.
De ka em binêrin Xwedê çawa dike û bi xatirê we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE