10 maj 2016

Îran jî li dijî serxwebûna kurdan derket



Berdevkê wezîrê karên derve yê Îranê Husên Cabirî Ensarî, gotiye heger kurd li başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bikin ewê qebûl nekin.
Li gorî Ensarî, ”Serxwebûn û yekîtiya Îraqê, yekparetiya axa Îraqê ewê him pêşeroja hemwelatiyên Îraqê û him jî menfaeta herêmê û dinyayê bigre binê garantiyê.”
Yanî mêrik eşkere dibêje bindestiya kurdan di menfeeta erebên Îraqê, dewletên herêmê û dinyayê da ye. Heger kurd serxwebûna xwe îlan bikin û bibin xwedî dewlet ewê zirarê bidin dewleta Îraqê, Îranê û Tirkiyê û dinyayê. Û ji bo ku ereb, tirk, faris û dinya zirarê nebîne dibê kurd li Îraqê, Îranê, Sûriyê û Tirkiyê heta û heta heta bindest bimînin.
Mafê ereban, farisan, tirkan heye bibin xwedî dewlet, dewletên wan ne li dijî berjewendiya kesî ye, zirarê nade kesî, ya tahlûke û him ji bo herêmê û ji bo dinyayê tahlûke dewleta kurda ye…
Hûn bala xwe didinê neyarên me çi xebîs, çi zebanî, çi dilreş û çi bêbext in, hemû jî dixwazin kurd li tu be4şekî Kurdistanê tu carî ji bindestiyê razgar nebin…
Tiştek pir vekirî ye, li ser bindestiya me hemû neyarên me mitefik û hemfikir in, hemû jî dixwazin em ji ereb, faris û tirkan ra tim wiha bindest bimînin.
Tenê em kurd li hemberî neyarên xwe ne yek in, ne bi tifaq in. Qela neyarên me yek e, lê qela me kurdan ne yek e.
Gotina “hevakrî, yekîtî” şert e êdî ji tahmê derket, her roj tê dubarekirin. Lê her kes jî zane hata kurd di nava xwe da yekîtiya xwe çênekin li tu beşî jî azad nabin, li tu beşî jî nikanin serxwebûna xwe îlan bikin. Hertişt girêdayî yekïtiya hêzên kurda ye, ya ewê yekîtiya xwe çêkin û gav bi gav ji bindestiyê xelas bibin, ya jî ewê çênekin û tim wiha bindest bimînin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE