31 maj 2016

Ji bo kurd nebin xwedî maf Erdogan sibe kane here xwe bavêje dexlê Esed



Tirkiyê ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf  Daîş bera bedena kurdan da, nuha jî ji bo ku Emerîka alîkariya YPGê  û kurdan neke dixwze bela xwe di Daîşê bide
Her kes zane ku Tirkiye ji têkiliyên PYDê û Emerîka pir nerehet e. Piştgiriya Emerîka ya bi PYDê ra Erdogan û birêvebirên dewleta tirk dîn û har dike.

Erdogan destpêkê xwest bi riya dîplomasiyê, bi zixtan, bi heyran û qurmanê, bi gef û gurran  Emerîka ji PYDê dûr bixe.
Lê bi ser neket.

Ji bo ku Emerîka alîkariyê nede PYDê û wê wek rêxistineke terorîst îlan bike Erdogan û birêvebirên Tirkiyê her  rê û metod ceribandin, lê emerîkî  îqna nebûn, tim ji tirkan ra gotin ”em endîşeyên we fêm dikin, lê belê di mesela PYDê û YPGê da em wek we nafikirin, em PYDê û YPGê terorîst nabînin û lema jî têkiliya xwe qut nakin. Di şerê li hembrî Daîşê da emê alîkariya xwe bi PYDê û YPGê ra bidomînin.”
Vê bersîva Emerîka ya nekaratwarî, ya bi israr Erdogan dîn kir, lê tiştekî bikira jî tunebû.

Çimkî ne zixtên dîplomatîk û ne jî gef û gurr û şantajan Emerîka îqna nekir, Emerîkayê alîkariya xwe ya bi YPGê ra domand.

Piştî ku van zixt û gefan yekê jî netîce neda û Emerîkayê her di siyaseta xwe da israr kir, lema jî Erdogan  dixwaze li Sûriyê siyaseteke nuh têxe dewrê.

Ji bo ku Emerîka têkiliyên xwe bi YPGê û kurdan ra bibire û alîkariyê nede YPGê, Erdogan hewil dide di siyaseta xwe ya Sûriyê da ji nişkave çerx bike, teqleyekê bavêje û bi rastî jî bela xwe di Daîşê bidin, bi rastî jî bi Daîşê ra têkevin şerekî.

Dewleta tirk berê ji bo ku kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin û  nebin xwedî mafên netewî heta jê hat alîkariya Daîşê kir,  lê nuha jî ji bo eynî armancê û ji bo ku Emerîka alîkariya YPGê û kurdan neke dixwaze  bela xwe di Daîşê bide.

Yanî Tirkiye dixwaze şerê YPG li hemberî  Daîşê dide ew bigre ser milê xwe. Bi şertê dibê Emerîka dev ji hevkariya YPGê û kurdan berde.

Bira Emerîka têkiliya xwe ji YPGê qut bike, alîkariyê nede kurdan Erdogan amadeye her titştî bike.
Hemû derdê Erdogan û tirkan ev e, dibê Emerîka ne li Sûriyê û ne jî li Îraqê nebe mitefikê kurdan, alîkariyê nede wan.

Û ji bo viya jî Erdogan kane her tiştî bike, her teqleyê bavêje, her emir û daxwaza Emerîkayê û Rûsyayê bi cî bîne.

Kane Daîşê ji Sûriyê derxe. Gava derneke ve, kane pê ra têkeve şer.
Kane her daxwaza Îranê qebûl bike.

Heta kane here xwe bavêje dexlê Esed, bixwaze pê ra li hev were.
Kane alîkariyën xwe yên bi hemû hêzên çete û qatilën cîhadîst ra qut bike, kane yên li Tirkiyê xwedî dikin bigrin, bidin Emerîka û dadgehên navnetewî.

Yanî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî federasyon ya jî otonomî, ji bo sînorên Kurdistanê li Sûriyê diyar nebe Erdogan kane her tiştî, her daxwaza Emerîka, Rûsya û Îranê qebûl bike.

Lema jî di rojên pêş da ewê pir ne ecêb be Erdogan bi Daîşê ra têkeve şerekî, bi Esed ra li hev were û hemû şertên Îranê, Emerîka û Rûsyayê qebûl bike.

Çimkî tirk li dinyayê tenê neyarê miletê kurd in, ji bo kurd nebin dewlet kanin her namerdiyê, her bênamûsiyê bikin, heta heger hewce be kanin ji îslamiyetê jî derkevin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE