15 maj 2016

Ji bo milet û ferdan muhîmiya zimên



Tiştê miletekî li ser nigan dihêle, ji helandin û wendabûnê xelas dike û ji milet û kulturên din digerîne ziman e.
Ji bo hebûna miletekî her tiştê lazim di nava zimên da ye. Gava miletek zimanê xwe wenda bike her tiştê xwe wenda dike. Kultur, muzîk û folklora xwe wenda dike.
 Bi zimên meriv endamê miletekî cihê û xwedî nasnameyeke cihê ye. Ziman nasnameya herî girîng e.
Gava ziman bihele milet jî namîne, hêdî hêdî ew jî dimre û di nava miletên din da wenda dibe.
Tiştê tirk dixwazin bînin serê me kurdan ev e, wek milet me wenda bikin, bikin tirk.
Ji bo vê yekê jî berê dixwazin zimanê me bihelînin, yanî me asîmîle bikin.
Û gava ziman heliya ji xwe emê jî hêdî hêdî bibin tirk û wek kurd ji ruyê erdê rabin…
Ji xwe gelek kurd bi rêyê asîmîlasyonê ji kok û kultura xwe dûr ketine û bûne tirk.



XXX
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistana Federe Qubad Talebanî,
gotiye:
"Yê tî tim li dûv avê ye, li ber çavê yê birçî jî heyv weke nan xuya dike. Serxwebûn ji bo kurdan wek nan û avê pêwîst e.”
Rast e, siyasetmedarê wiha nefikire, wiha nebêje û dilê wî ji bo serxwebûnê navêje ne siyasetmedarekî saxlem û Kurdistanî ye.
Em nuha kanin bi dest xin ya nikanin ev tiştekî din e, lê dibê hedefa her siysetmedarê kurd serxwebûna Kurdistsnê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE