10 maj 2016

Li Tirkiyê peydakirina îmaman ji peydakirinê alkolê hêsantir e.



Dîrokzanê hollandî Erîk Jan Zurcher, xelata şerefê ya ji Tirkiyê girtibû paş da li Tirkiyê vegerand.
Erîk Jan Zurcher, ji ber ku li ser Tirkiyê lêkolînan dike di sala 2005a da ”Madalya Şerefa Bilind” ji Tirkiyê girtibû.
Lê Zurcher wa ye ev madalya tirkan lê vegerandiye. Piştî 11 salan nîhayet wî jî fêm kir ku tirk nabin demokrat, demokrasî ne li gorî kultur, qereket û îdeolojiya tirkan e.
Ne mimkûn e ku merivên irqçî, faşîst, nazîzt bibin demokrat.
Tirk ji lîderên ceberrût û ji rejîmên dîktatorî hez dikin. Lêma dibêjin ço ji cinetê derketiye, ”qizini dogmeyen dîzînî doger” yanî yê li keça xwe nexe ewê li çonga xwe xe.
Zurcher, di sîteya rojnameya Hollandî ya herî bi nav û deng da li ser sebebê paşdadana mdalyaya tirkan meqaleyek nivîsîye û gotiye li Tirkiyê êdî dîktatorî heye, edalet, medya, însan, siyaset, zanêngeh hemû bûne lîstokên vê dîktatoriyê.
Lema jî ev welat êdî ne welatekî ewrûpî ye, weletekî wiha nikane bibe endamê yekîtiya Ewrûpayê jî.
Zurcher di nivîsa xwe da gotiye, bi îktîdara AKPê Tirkiye ji Ewrûpayê dûr ket û bû welatekî îslamîst. Li Tirkiyê nuha li gelek deran peydakirina îmaman ji peydakirinê alkolê hêsantir e.
Gotina rast e rast e, meriv nikane îtîraz bike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE