16 maj 2016

Totik vala be meriv serketina dijminê xwe pîroz dike


Kurdan şampîyoniya taximê tirk Beşîktaşê li Diyarbekrê bi kîtlewî pîroz kirin…
Dewleta tirk bi tank, top û rakêtan bajarên wan yek bi yek wêran dike. Li Cizîrê, Şirnexê Nisêbînê, Sûrê, Licê, Farqînê, Geverê, Dêrikê hema hema kevir li ser kevir nehîstine.
Leşker û polîsên dewletê li her bajarekî ji van bi sedan kurd kuştine. Serokkomarê Tirkiyê got me 6 hezar terorîst bi komî binax kirin.
Li Diyarbekrê tîmên tirk bi panzer û tomayên xwe çavên wan derdixe, gav û saetê çavsoriyê û heqaretên mezin li wan dike.
Dewlet li her dera Kurdistanê bi kîn û neftreteke mezin êrîşî kurdan dike, di her fersendê da heqaretê lê dike, pîs dike, bi şrefa wî dilîze.
Tirk her roj li vir û li wir çend kurdan ji ber ku kurd in û bi kurdî peyivîye lînc dikin, heqaretên nemayî li wan dikin, wan ji bajarên xwe diqewitînin.
Di her maça Amed Sporê da tirk êrîşî lîstikvan û alîgirên Amed Sporê dikin, ji ber ku kurd in aşxane xwarinê nadin wan, otêl wan ji ber deriyên xwe diqewitînin, berpirsiyarên Amed Sporê lînc dikin.
Lê ew dîsa jî şampiyoniya taximekî tirk(Beşîktaşê)li Diyarbekrê wek tirkan pîroz dikin.
Ew dîsa jî bi serketina Beşîktaşê wek terefdarên tirk, wek ku Beşîktaş taximekî kurd be kêfxweş dibin û serketina Bşîktaşê bi helahop pîroz dikin, ji bo wê ji polîs kotekê dixwin, xwe şil û pil dikin.
Tirk çi zulmê li wan bikin jî dilê wan ji tirkan sar nabe.
Ji ber ku totik vala ye.
Ji ber ku hest û şiûra kurdayetiyê pê ra tuneye.
Ji ber ku hîn jî tu ferqê naxe nabêna kurd û tirkan, ji ber ku hîn jî bi çavê dijmin li dewleta tirk, li tirkan û li taximê tirkan nanêre.
Ji ber ku hîn jî taximekî dijmin wek taximekî xwe dibîne.
Dewleta tirk û siyaseta kurdan ya Tirkiyeparêziyê, ya tirkperweriyê şiûra netewî bi gelek kurdî ra kuştiye, nehîştiye.
Vê siyaseta Tirkiyeparêziyê kurd kirine mirovên totikvala û heyranên neyarê xwe.
Di vê netîceya malwêran da bi qasî dewletê, rol û gunehê siyaseta partiyên kurdan, hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî pir e.
Heger partiyan, siyasetmedar û ronakbîran zanîn û şiûrekî netewî baş bidana gelê xwe, baş bidana cîlên(neslên) nuh do li Diyarbekrê kurdan ewê serketina taximekî tirk pîroz nekirana, ewê bi serketina taximekî tirk dilşa nebûna.
Li Diyarbekrê, di nava xerabeyên Sûra wêrankirî da, li ber tomayên polîsên tirk pîrozkirina serketina taximekî tirk ji bo me kurdan helbet trajedî û rûreşiyeke mezin e, îspata kêmaqiliya me ye. Diyar dibe ku em hîn tam nebûne milet.
Ev ne cara pêşî ye, li bajarên Kurdistanê kurd şampîyoniya taximên tirk pîroz dikin. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî, lê pere nake, ji ber ku totik vala ye...
Dibê ronakbîr û siyasetmedarên kurd, partiyên kurd, dezgehên kurdan, rîsipîyên kurdan û serokên tevgerên xortan li ser vê bêşiûriyê rawestin û şiûr û perspektîvekî kurd û Kurdistasnî bidin civata xwe û xortan…

XXX

Em kurd çima ne weka xelkê ne ?


Ne mimkûn e filistîniyek, erebek serketina taximekî îsraîl pîroz bike.
Filistîniyê herî apolîtîk, herî totikvala jî, erebê herî cahil jî tu carî bi serketina taximekî Îsraîl şa nabe.
Qet ne mimkûn e tirkek, azeriyek, tirkmenek, erebek, farisek bi serketina taximê Kurdistanê, bi serketina taximekî kurdan dilşa bibe, mesela serketina Dalkurdê pîroz bike !
Tirk li dijî her tiştê kurdan e.
Tu serketineke kurdann, tirkan kêfxweş nake, belaovacî wê xemgîn dike, diteqîne.
Lê kurd û bi taybetî jî kurdên Kurdistana bakur li dinyayê îstîsna ne, ew serketina neyarê xwe wek serketina xwe dibînin.
Ji ber ku ew dijminê xwe dijmin nabînin, tirk çi bîne serê wan jî pê aciz nabin, zû ji bîr dikin.
Kurdên bakur ji dijminê xwe, ji welatê dijminê xwe hez dikin, dixwazin li wir bijîn û li wir bimrin.
Mesela bi sedan siyasetmedarên kal û pîr bi salan e teqawit bûne, li Tirkiyê tu kar û îşî nakin, li mala xwe rûniştine li bende roja xwe ya dawî ne.
Lê dîsa jî venagerin welatê xwe, li bendene ku li Stenbolê û li Anqerê bimrin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE