04 juni 2016

Dîtina van rojan xweş e, min dilşa dike


Li Sûriyê rewşa şer û siyasî hîn ne diyar e, hîn ne diyar e piştî şer Sûriye ewê şiklekî çawa bigre, kurd ewê çi bi dest xin, bibin xwedî kîjan mafan?
Gelo Sûriye ewê bibe welatekî fedral ya na?
Yanî dûzana Sûriyê ya pêşerojê û rewşa kurdan, statuya kurdan hîn ne diyar e.
Lê li gel vê jî meriv kane bibêje tu tişt ewê wek berê nebe, kurd miheqeq ewê bibin xwedî statuyeke siyasî û milî. Kane federasyon be, kane otonomî be.
Lê li gel vê nezelaliyê jî, li gel ku şer hîn neqediya ye û kurd hîn nebûne xwedî tu maf, dîsa jî agir ketiye tirkan, birêvebirên hukûmetê û zilamên dewletê, kes û hêzên antî-kurd ketine panîkeke mezin.
Rast, çep, dîndar, demokrat, muhafezekar, nîjadperest û faşîstên wan di şokê da ne, wek congeyê har bûbe vir da û wê da baz didin, serên xwe li dîwaran dixin, xwe davêjin dexlê Îranê û Rûsyayê, mesajên biratiyê dişînin ji Esed ra, dibêjin were em li hev werin. Were em li hev werin ji bo ku kurd li Sûriyê wek Îraqê nebin xwedî maf.
Dev ji neyartî û xistina Esed berdena û dixwazin her tişt here qeysa berê, dixwazin bira Sûriye bibe wek berê.
Bi viya razî ne, tenê bira kurd nebin xwedî maf. Û viya jî eşkere û bi heraret dibêjin.
Dibêjin hîn ne dereng e gerek hukûmet here zû bi Esed ra li hev bike.
Li Sûriyê rewş hîn tevlihev be jî û kurdan hîn tiştek bi dest nexistibin jî, lê ev panîka Anqerê û tirkan, ev hawarhawara profesor û siyasetmedarên tirk, ev şalûziya wan ya ji Esed ra kêfa min tîne.
Êdî wek berê nikanin quretiyê bikin, êdî nikanin fortan bidin xwe û gefan li xelkê bixwin.
Eyn bûne cewrik û li dora şer û di telewîzyonan da kûzekûza wan e, dibêjin em nikanin tiştekî bikin, em nikanin kurdan bombebaran bikin, em nikanin wan rawestînin, em nikanin balafirên xwe bişînin Sûriyê.
Ji ber ku Rûsyayê li me qedexe kiriye. Balafirên me mîtroyekê jî sînorên Sûriyê derbas bike, rûs ewê li me xin.
Rûsa ew qutifandine, ew xesandine, newêrin ji qalibê xwe derkevin.
Çimkî baş zanin rûs ewê li wan xin, ewê heyfa xwe bigrin. Ev rûs in, ne kurdên bêkes in.
Welhasilî kelam pir rezîl û riswa bûne, pir bêçare bûne, dibêjin me xwe Rûsya, Çîn û Emerîka dihesiband û em wek wan dipeyivîn.
Lê nuha me fêm kir ku em ne Rûsya, Çîn û Emerîka ne. Me xwe pir mezin dît, lê derket ortê ev îş bi fortan nabe…
Gava ez vê nûzenûza tirkan, vê bêçaretiya wan dibînim pir kêfa min tê, kurd li Sûriyê hîn nebûbin xwedî maf jî pir kêfxweş dibim.
Emerîka û Rûsyayê ew xesandin, ew rezîl kirin, psîkolojiya hemû tirkan xera bûye.
Ji ber ku nikanin têkevin Sûriyê, ji ber ku nikanin êrîşî kurdan bikin, ji ber ku nikanin pêşketinên kurdan rawestînin xwe perçe dikin, wek kûçikên har girêz ji devê zilam û çeteyên dewletê tê, lê feyde nake.
Nuha çara wan tenê Esed e, dibêjin ji bo berjewendiyên netewî meriv her tiştî dike, di siyasetê da çerx kirin û teqlebazî ne şerm e, lema jî dibê hukûmet zû here xwe bavêje dexlê Esed û miheqeq pê ra li hev were…
Bi navê îlahî dîtina van rojan xweş e, kêfa min tîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE