28 juni 2016

Erdoganê digot belkî Îsral û Rûsya kurd in



Bi tirkî dibêjin ”zenda tu niknaî badî tu yê maç bikî/bukemedigin bilegi opeceksin” !
Yanî gava tu bi yekî nikanibî dibê tu têkçûna xwe, mexlûbiyeta xwe qebûl bikî…
Felsefa tirkan ev e.
Erdogan jî bi vê felsefê mezin bûye.
Dema çavê wî(tirkan) yekî bibire dibin dîkê şer, dibin şêr û piling.
Lê gava bibînin ku nikanin pê, tavilê xwe davêjin dexlê wî, destê wî maçî dikin û didin ser serê xwe.
Yanî mexlûbiyeta xwe qebûl dikin.
Erdogan wek pêxwsekî Qasimpaşayê, wek gurekî boz cahiliyek kir û xwe li hircê yanî xwe li Pûtîn û li Netanyahu, Sîsî rakişand.
Lê dereng be jî fêm kir ku ev ne xercê wan e, ew ne ew mêrê ku kanibe zenda Pûtîn, Netanyahû û Sîsî bade.
Lema jî nuha dixwaze destên wan maçî bike…
Dibê meriv jê ra neke kêmasî û qusûr, li gorî şîreta pêşiyên xwe hereket dike…
Heger sibe destê Esed jî maçî kir matmayî nemînin…



XXX
Erdogan digot belkî Îsraîl û Rûsya jî kurd in, ewê nikanibin tu zirarê bidin tirkiyê, lema pêxwas û çaqokêşê Qasimpaşayê gav û saetê xwe li Pûtîn û Netanyahu radikişand, quretiyên mezin dikir, fortên ji serê xwe mezintir dida xwe. Digot ez û ez…
Lê nuha her roj xwe davêje dexlê Pûtîn, name li ser nameyê jê ra dinivîse, uzrê xwe jê dixwaze, dibêje hûn çi dixwazin emê bidin, emê tazmînatê bidin, emê qatilê pîlot ceza bikin û gelek lava û şelefiynên din di nameya xwe da rêz kirine.
Lê rûs dibêjin uzir û tazmînat têrê nake, dibê Tirkiye siyaseta xwe ya Sûriyê û Îraqê jî biguhere.
Piştî bûyera Keştiya Mavî Marmarayê Erdogan, li hemberî Îsraîl jî gelek quretî kir, resta Îsraîl xwend, got:
”Vira Tirkiye ye, ne welatê qebîla û eşîran e. Kê dijminatiya me kiriye poşman bûye û hûnê jî poşman bibin. Heta ez li ser hukim bim têkiliyên me ewê bi Îsraîl ra tu carî normalîze nebe …” û gelek fortên din yên wek van dan xwe.
Her roj li meydanan fortên xwe û dewleta xwe dida.
Lê wek Rûsyayê em dibînin di mesela Îsraîl da jî çi gotiye eksê wê qebûl kiriye. Îsraîl tu daxwazeke Tirkiyê qebûl nekiriye.
Di 8 maddeyên peymana bi Îraîl ra yek daxwazek Tirkiyê jî nehatiye qebûl kirin. Di ser da bi vê peymanê soz dane Îsraîl ewê alîkariya Hamasê nekin, di NATO û Yekîtiya Netewan da ewê tu carî di eleyhê Îsraîl da nexebitin û piştgiriyê nedin terorîstan.Alîkariyek bişînin jî ewê piştî kontrola Îsraîl here ji filistîniyan ra. Yanî Îsraîl berê çi digot ew qebûl kirine.
Erdgoan heta nuha li gunreşan rast nehatibû, digot belkî her kes kurd e û bêhêz û bêxwedî e.
Lê him Îsraîl û him jî Rûsyayê ew rezîl kirin. Îsraîl çi xwestiye û heta hinek jî zêde, Tirkiyê qebûl kiriye.
Û bi dîtina min pir jî baş bûye.
Ji ber ku vî faşîstê sûtal û dinyanedîtî bi îktîdarê serxweş bûbû, agir kiribû dawa xwe, dikira bifiriya,li meydanan, di salonan da birre bira wî, hirre hira wî em ji guhan kiribû.
Lê bi nameya ji Pûtîn ra û bi vê peymana bi Îsraîl li ser dêla xwe ket, pîs bû. 20 milyon dolarê Îsraîl ewê bide jî ne tazmînnat e, hîbe ye. Û ez bawer nakim Îsraîl ji kîsê xwe bide. Miheqeq ewê dîsa donê wan di serê wan bide, ewê tiştekî buha bifroşe wan.
Ya jî bi hawayekî din ewê ji wan derxe û him jî bi zêdayî.
Bi îhtîmaleke mezin di bin ra bi Misrê û Sûriyê ra jî ketine têkiliyan û ji wan ra jî nameyên ”aştiyê, wek ya Pûtîn dişîne, nameyên werin me efû bikin, me şasî kir, werin em li hev werin dişînin.
Çimkî efendî bivik dît, dît ku her kes ne kurd e. Xelk meriv poşman dike. Qebedayîtiya li meydanan rehet e, lê ya muhîm dû ra ye, talî ye, dibê meriv xwe pîs neke, piştî demekê çerxa Û neke, neçe xwe navêje nigê xelkê.
Tiştê nuha Erdogan dike ev e, xwe davêje nigê Pûtîn, Netanyahu, Sîsî, Esed û dibêje min kir hûn nekin, min şaşî kir, min cahilî kir, werin em li hev werin. Em dîsa bibin dostên hev.
Lê ev yek hewqasî ne rehe te, bedelekî vê quretiyê heye, siyaset ne qeşmerî ye, sinetekî cidî ye.
Bi kurtî Erdogan ji bo ku bi Rûsyayê, Misrê, Sûriyê û Îsraîl ra li hev were tawîza nede tuneye, kane sed carî uzurê xwe bixwaze û tazmînatên giran jî bide.
Çimkî cî lê pir teng bûye, rewşa aborîya Tirkiyê pir xerab e.
Û li dinyayê jî êdî her kes bi çavê dîktatorekî berradayî û sûcên li hemberî însaniyetê kiriye li Erdoga dinêre.
Wa ye li Almanya lê gilî kirine, dane mahkimê. Di rojên pêş da giliyên wiha ewê zêde bibin. Yanî li der û hundur cî li Erdogan teng dibe lema jî dixwaze cepheya li hemberî xwe hinekî teng bike. Lema jî nuha dixwaze têkiliyên xwe bi dewletên cîran ra xweş bike.
Lê eynî tiştî li hemberî kurdan nake, ji kurdan uzir naxwaze, naxwaze bi kurdan ra li hev were û mafê kurdan teslîm bike. Ji dêlî wê li Kurdistanê teror û qetîlamên didomîne . Ji ber ku çavê wan kurdan dibire….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE