06 juni 2016

Heger Muhamed Alî tirk bûya û şerê bi kurdan ra red bikira...

Heger Muhamed Alî ne emerîkî lê tirk bûya û şerê bi kurdan ra red bikira û bigota kurd ne dijminên min in, hûn dijminên min in, gelo Erdogan ewê dîsa biçûya merasima cenazeyê wî?
Geleo tirkan dîsa jî ewê hewqasî pesnê wî bidana?
Li gorî medyaya tirk dinivîse serokê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh Recep Tayyip Erdogan ji bo ku beşdarî merasima cenazeyê Muhamed Alî bibe sibe êvarî ewê here Emerîkayê.

Wek têzanîn Muhamed Alî, li gel boksoriya xwe, bi neçûna şerê Wîetnamê jî meşhûr e.
Em ferz bikin ku Muhamed Alî ne emerîkî, lê tirk bûya ya jî hemwelatiyê Tirkiyê bûya û şerê li hemberî kurdan red bikira, neheq bidîta û ji dewletê ra bigota:
”Ez naçim li Kurdistanê li dijî kurdan şer nakim. Ez şerê li hemberî kurdan şerekî neheq dibînim. Kurdan tu zirar nedeya min, lema jî ez çûna leşkeriyê red dikim, şerê li hembrî kurdan, kuştina kurdan red dikim. Kurd ne dijminên min in, hûn dijminên min in.. ”
Gele Tayyip Erdoga, ewê dîsa biçûya merasima cenazeyê Muhemed Alî û li ser tabûta wî û pesnê wî bida?
Geleo tirkên îro ji bo ku Muhamed Alî çûna şerê Wîetnamê red kiriye jê ra meth û sena rêz dikin, ewê dîsa pesnê wî bidana, ewê dîsa bigotana eferim jê ra, ji ber ku neçû li hemberî kurdan şer nekir?
Heger li Tirkiyê kurdek tiştên Muhamed Alî got bibêje û bi wan gerekçeyan neçe leşkeriyê, tirk ewê çi bikin, jê ra çi bibêjin?
Lê li gel ku Muhamed Alî çûna şerê Wîetnamê red kir û dewleta xwe neheq dît jî Emerîka îro dîsa jî qedir û qîmeteke mezin dide Muhamed Alî, emerîkî dîsa jî ji wî hez dikin û pesnê wê mêraniya wî didin, kes wek tirkan nabêje xayin bû, xwîna wî ”bozuk” bû…


XXX
Leşker û qatilên artêşa faşîst ya dewleta tirk vê marşa nazîst di nava xerabeyên Nisêbîna rengîn da dixwînin, ji ber ku Nisêbîn îşxal û wêrankirine pesnê xwe didin.
Ev şer hîn neqediya ye, miletê kurd zû dereng ewê hesabê vê qetlîamê ji dewleta tirk bpirse.
Kurdê hîn jî hevalên vê dewletê, vê hukûmetê û vê artêşa faşîst in tu ferqa wan ji van gurên boz û faşîstên tirk tuneye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE