08 juni 2016

Tirk bi şalûziyê nayên rê û dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernadin

Hin kes wer bawer dikin ku bi şalûziya ji tirkan û dewleta tirk ra dewlet û tirk ewê li kurdan werin rahmê, ewê wan û kurdan efû bikin, ewê zulm û terora xwe, kîn û nefreta xwe ya li hemberî miletê kurd kêm bikin…
Ev xeyalekî vala û hesabekî ji kok da şaş e, kurd xwe bikin potikê binê nigên tirkan, dewleta tirk û Erdogan jî tirk, dewleta wan û Erdogan dîsa jî kurdan efû nakin, dîsa jî li wan nayê rahmê û dev ji terora xwe bernadin.
Çimkî tiştê Erdogan, dewlet û miletê tirk ji kurdan dixwazin ne şelafî, teslîmiyet e, dibêjin ya hûnê ala spî hildin û teslîm bibin ya jî emê li Kurdistanê kevir li ser kevir nehêlin…
Lema jî yê got ez kurd im û doza kurdayetiyê kir dibê qet xwe pîs û rezîl neke.
Ji tirkan û dewleta wan ra neke pişopişo.
Beyanên şelafwarî nede.
Li ber ala tirk ya bi xwîna kurdan sor bûye dewletê û tirkan zeyt neke...
Dibê meriv bi van risman, bi beyanên xwe, xwe anvêje dexlê Erdogan û tirkan û dewleta wan.
Pere nake û ne rast e jî...
Bi şalûziyên wiha tirk û dewleta wan nerm nabe û mafê kurdan nede. Bi kêmanî nuha siyaseta dewletê û hemû partiyên ev e.
Ji ber ku Erdogan li hemberî kurdan qala şerekî heta qiyametê dike, dewlet Kurdistanê wêran dike...
Lema jî dibê meriv ji dewletê û tirkan ra ebeden tenezulî şalûziyên wiha neke, ya jî dev ji îdîa kurdayetiyê û micadela kurdistanê berde.
Bi sûretên wiha, bi mesajên wiha, bi şelefiyên wiha dewlet siyaseta xwe ya irqçît, faşîst û antî-kurd naguhere, bi tiştên wiha tirk nabin însan, nayên rê, lê moral û manewîyeta kurdan tarûmar dibe…
Di rojeke wiha da dibê meriv wek kurd neçe di bin wê ala ku ji bo kurdan bûye sembola qetlîaman, terorê, talan û wêrankirina bajaran û înfaza bi hezaran keç û xortên kurd da rûnene, li ber wê ala xwînî risman nekşîne…
Bi dehan ji wê ala hêzên irqqçî, faşîstîşt nuha di anva xerabeyên Nisêbîna rengîn da wek sembola zafera tirkan li ba dibin…



XXX
Tirkiye li dinyayê di nava welatên rişwet û bertîlxur da terfî rêza duyem kiriye û li Ewrûpayê jî bûye welatê yekem e.
Baravo ji Erdogan û hukûmeta AKPê ra!
Dibê hemû tirk bi vê yekemî û duyemiya welatê xwe îftîxar bikin !
Tirkiye, welatê dizan û bertîlxuran !
Meriv bertîl xwar dibê wiha loqê mezin bixwe, deve bi hawidê wî ve daqultîne…
Li dinyayê duyemî û li Ewrûpayê jî yekemî bi rastî jî ne hindik e, ji miletê tirk û hukûmeta AKPê ra serbilindiyeke pir mezin e.
Ez bi xwe tu carî xêra tirkan naxwazim lê belê bi pêşketina wan, bi terfîkirina wan ez pir û pir kêfxweş bûm.
Di sextekariyê da, rişwet û bertîlan da li dinyayê duyemî û li Ewrûopayê jî yekemî ne hindik e, ji bo dereceyeke wiha bilind dibê meriv dolaran di qutyên solan da veşêre, li mala wezîran makîneyên pera hebin û serokwezîr ji lawê xwe ra bibêje ”aglum sifirladin mi?”, yanî lawê min te mal ji pera paqij kir?
Li dinyayê tenê Meksîka di pêş Tirkiya Erdogan da ye.
Bi dîtina min ji Tirkiyê û tirkan zafereke muhtesem !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE