05 juni 2016

Tirk ji kurdan ra dibêjin ya tu ji min î ya jî tu dijmin î !




Tirk dixwazin parlamenterê HDPê Celal Dogan ji îdareya taximê Fenerbahçeyê bavêjin.
Dibê Celal Dogan û humû kurdên kapax avîtine Tirkiyê û peravên Tirkiyê dibê êdî rastiyekê qebûl bikin; tirk êdî naxwazin wan li welatê xwe û di nava xwe da bibînin. Dibê herkes vegere welatê xwe û nava qewmê xwe…
Lê tiştê ecêb piştî vê zulma tirkan ya nedîtî, wêrankirina bi dehan bajarên kurdan û di nava xerabeyên bajaran da hildana ala tirk, hîn jî ji dêlî ku kurd bi xwe ji rêxistin, partî, komele û dezgehên tirkan îstîfa bikin, tirk wan diqewitînin.
Tiştek êdî pir vekirî ye, êdî îdarekirna herdu seriyan(tirk û kurdan) ne mimkûn e.
Yê got ez kurd im û ji bo kurdan tiştek xxwes êdî nikane bi tirkan ra wek berê dostiya xwe, hevaltiya xwe bidomîne.
Kurd qebûl bikin jî tirk viya qebûl nakin.
Tirk dibêjin ya tu ji min î, ya jî tu dijmin î !
Riyeke din tuneye.
Û ya rast jî ev e. Her teyr bi refên xwe ra. Qa bi qazan ra, baz bi bazan ra û mirîşka kor jî bi dîkê kor ra…
Tirkan carê şûşa dilê me şikand, zulm û neheqiyeke bê hed û bêhesab li me kirin. Gû bi me dan xwarin, bi sedan zarokên me sax sax şewitandin.
Bajarên me bi tank û topan, bi rakêtan, bi balafirên şer bi ser serê me da hedimandin.
Em û tirk hew kanin bi ji hev hez bikin û bi hev ra bijîn…
Dibê em û tirk ji hev biqetin, di her warî da ji hev dûr kevin.
Kurdê viya nexwaze, kurdê veqetandina ji tirkan rast nebîne dibê here ba tirkan.
Ji ber ku êdî îdarekirina herdu aliyan ne mim kûn e.
Çimkî dost û hevalê aliyekî dijminê aliyê din e, aliyê din wisa dibîne.
Mesela tirk êdî naxwazin Celal Doganê kurd di nava xwe da bibînin, naxwazin bi wî ra rûnin û bi wî ra hevaltiyê bikin.
Dibê Celal Dogan û humû kurdên îro kapax avîtine Tirkiyê û peravên Tirkyê vê rastiyê qebûl bikin. Dibê herkes vegere welatê xwe û nava qewmê xwe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE