27 juni 2016

Zilamên dewletê û cahşên kurd ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê xwe di ber hev ra dikin


Di 23ê hezîranê da Erdogan li qesra xwe bi 50-60 kurdên hevalbend, zilam û cahşên dewletê ra civînek çêkir, ji bo şerê li hemberî kurdan ji wan aqil girt, alîkarî xwest û her wisa li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir.
Erdogan xwest ew û dewlet şerê xwe yê li hemberî PKKê baştir kordîne bikin, baştir alîkarifya hev bikin.
Navê van zilamên dewletê, van cahşên siyasî û leşkerî bi tirkî kirine ”kanaat onderlerî.”
”Kanaat onderleri”, mefhûmeke psîkolojîk ya nuh e, tirkan ji bo ku ji wan ra nebêjin zilamên dewletê, nebêjin cahş ev nav li wan kirine.
Lê meriv kane wan xwedêgiravî wek muxalefeta PKKê û HDPê qebûl bike. Yanî kesên muxalifên PKKê û HDPê.
Bes vana ne kesên kurdperwer û welatparêz in, piraniya van heval û zilamên dewletê ne, li dijî tevgera kurd ya netewî ne, serokên korîciyan, zilamên dewletê ne.
Bi gotineke hîn rasttir piraniya wan cahş in, rahîştine tivinga dewletê û zarokên kurdan dikujin.
Lê dewlet ji bo ku zilamên xwe maske bike, navekî pîs li wan neke, navê wan kiriye ”kanaat onderkerî.” Yanî serokën fikir û baweriyên cihê, kesên muxalifên PKKê û HDPê.
A di 23ê hezîranê da Erdogan bi van ra li qesra xwe civînek çêkir û ji wan ra got dibê hûn li hemberî ”terorê û terorîstan” bêdeng nemîn, dengê xwe bilind bikin. Hûn dengê xwe bilind bikin dewlet li pişta we ye.
Abdulkadir Selvî dibêje Salim Ensarîoglu ji Erdogan ra gotiye:
”Serokê Federasyona Qorîcîyan û Malbatên Sehîdan Ziya Sozen(yekî Bîngolî ye)ji min ra dibêje, bira min bikin Qayyûmê(yanî berpirsiyarê, serokê)belediya Diyarbekrê, netîceya wê çi be jî min qebûl e, ez dixwazim di nava mehekê da şehîd bikievim. Min jî got çi hewceyî şehîdbûnê ye. Bira min tayin bikin. Du salan ezê ji xelkê ra xizmet bikim. Bira xelk vê xizmetê bibîne û piştî du salan min hilbijêre.”
Wek tê dîtin cahşê serokê qorîciyan Ziya Sozen û Salim Ensarîoglu ji bo ku dewlet belediyê ji HDPê bistîne û bide wan, xwe di ber hev ra dikin. Yek dibêje bira dewlet mehekê min bike serokê belediya Diyarbekrê bira ez werim kuştin. Yê din jî dibêje bira bidin min ezê him neyêm kuştin û him jî bi xizmeta xwe milet ji ser rê da bixînim bikim hevalê dewletê.
Yanî herdu jî wek xulamên dewletê dixwazin li Diyarbekrê mirovên bi rayên milet hatine hilbijartin bi zor ji kar werin girtin û dewlet belediyê teslîma wan bike.
Piştî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, Erdogan nuha jî dixwaze çend belediyên di destên kurdan da mane wan jî ji wan bistîne û li cahşên xwe yên siyasî belav bike.
Û cahşên ji bo wezîfeyeke wiha mirina xwe kirina çavên xwe hene, him jî ne yek û ne dudu ne, bi sedan, bi hezaran in.
Erdogan, di civînê ji ”mezin û rîsipiyên” kurdan yên bûne zilam û cahşên dewletê ra bi îftîxar gotiye wan 8 hezar kurd kuştine û heta yek terorîst bimîne ewê dev ji wan bernedin.
Her wisa bi emir û destûra Erdogan Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr, Dêrik, Lice, Şirnex bi erdê ra hat tep û dûzkirin. Bi sedhezaran kurd bi çol û çepelan ketin. Çeteyên Erdogan li Cizîrê ji zarokên 3 mehî bigre heta kal û pîrên 70 salî kuştin, 178 keç û xortên kurd di zêrzemiyên xaniyan da înfaz kirin û dû ra şewitandin. Tîmên Erdogan hevalkiran derpiyên pîrekên kurdan bi darde dikirin û li ser dîwaran dinivîsandin, "keçno em hatin, hûn li ku ne?"
Lê vana yek jî ne xema "mezin û rîspiyên" kurda ye, ew dîsa jî diherin li Erdogan guhdarî dikin û eniya wî maçî dikin.
"Mezin û rîspiyên”(!) kurdan, yên wek Prof. Salih Yildirimê Şirnexî dîsa jî diçe bi destê Erdogan digre, eniya wî maçî dike û lê guhdarî dike.
Însan çawa kane hewqasî jî bêxîret bibe meriv fêm nake!
Tiştek êdî gelkî zelal e, ev dewlet êdî Kurdistanê ne bi hêza xwe ya leşkerî tenê di bin destê xwe digre, bi xêra van ”kanaat ondereleri”, korîcî û cahşên siyasî û leşkerî kane îşxala xwe biparêze.
Heta bi hezaran kurd zilam û xulamên vê dewleta xwînxwar bin û rahîjin sîleha dewkletê û li hemberî kurdan şer û siyasetê bikin azadbûna kurdan zor e, ji dijmin bêtir yên me nahêlin, yên me şerê me dikin.
Û ev kesên hanê, evên kur roja pêncşemê bi Erdogan ra plan û programa serê li hemberî kurdan çêkirin û bi mektûbên devgirtî pêşniyar û aqil dan dewletê bi serbilindî di nva kurdan da digerin. Fena ku zilamtiya dijmin û cahştî ne şerm be…
Meriv nikane her kesî bi zor bike kurd, lê meriv kane zilamtiya dijmin, cahştiyê wek rûreşiyeke giran, wek qebheteke mezin bibîne…
Li Kurdistana başûr milet wer didît û lema jî çahşan roja fersend dîtin dev ji cahşîtiyê berdan û beşdarî berxwedanê û şerê li hemberî dijmin bûn.

Lînka çend rismên cahşên kurd

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE