21 juli 2016

Berpirsiyarê partiyeke kurd e lê Tirkiyê wek welatê xwe dibîne


Bi nav Hak-Par, partiyeke kurd û Kurdistanî ye. Lê di vê nivîsa cîgirê serokê Hak-Parê Abdulmenaf Kiran ya li ser darbeya 15ê temûzê da meriv dibîne ku Hak-Par ji partiyeke kurd û Kurdistanî bêtir, wek HDPê ew jî xwe wek partiyeke Tirkiyê ye.
Cîgirê serokê Hak-Parê Abdulmanaf Kiran, di nivîsa xwe da Tirkiyê wek ”welatê xwe” û demokrasiya Tirkiyê jî wek ”demokrasiya xwe” dibîne.
Berpirsiyarê partiyeke kurd û Kurdistanî dibê ji Tirkiyê ra nebêje welatê min, ji ber ku Tirkiye ne welatê me ye, welatê me Kurdistan e û ew jî ji alî tirkan ve hatiye îşxalkirin.
Kiran dibêje, roja darbeya 15ê temûzê ew tavilê civiyane û xwestine gel miheqeq dakeve kolanan û ”siyaseta sîl biparêze…”
Eynî bi çavê siyasetmedarekî tirk û AKPê li bûyeran dinêre, ne wek berpirsiyarê partiyeke kurd.
HDPê kîtleya xwe danexist kolanan, ji gel ra negot dakevin kolanan û piştgiriyê bidin AKPê.
Lê cîgirê seokê Hak-Parê Abdulmanaf dibêje.
Li gorî dîtina Abdulmanaf Kiran, dibê kurd bi îslamîst û faşîstan ra li dijî leşkeran AKPê, Erdoganê faşîst û hukûmeta wî biparêzin.
Kiran wek kurd nabêje kurd ne mecbûr in di nabêna du hêzên dijmin da, di nabêna du hêzên irqçî, faşîst û neyar da tercîhekê bikin.
Kiran, ji dêlî wê dibêje, dibê kurd li dijî leşkerên faşîst piştgiriyê bidin siwîlên faşîst.
Kiran dibêje, ew li bendebûne ku ”birêz serokkomar gel dawetî kolanan bike. Heger ev nebûye netîce kanîbû pir xerabtir bibûya.
Û ji ber ku serokkomar bang li gel kiriye û serokwezîr û wezîr jî hemû li ser karên xwe bûne, wek berê nereviyane gelkî kêfa Kiran hatiye.
Ji ber ku hukûmet nereviya ye, teslîmî leşkeran nebûye, Abdulmanaf pir kêfxweş e û dibêje, ev yek ji bo ku ”demokrasî li welatê me” bi cî bibe, hêviyê dide.
Wek tê dîtin cîgirê serokê Hak-Parê Abdulmanaf Kiran jî wek berpirsiyarekî HDPê û CHPê Tirkyê wek welatê xwe dibîne û demokrasiya Tirkiyê jî wek demokrasiya welatê xwe dibîne.
Lema jî piştî darbeyê tavilê xwestine kurd dakevin kolanan û cûntaya leşkerî protesto bikin.
Lê eynî berpirsiyarên Hak-Parê ji HDPê ra dibêjin ew ne partiyeke kurd û Kurdistanî ye, ew partiyeke Tirkiyê ye.
Lê di vê nivîsê da em dibînin ku di nabêna şêl û retorîka berpirsiayrên Hak-Parê û HDPê tu ferq tuneye, Hak-Par jî wek HDPê Tirkiyê welatê xwe dibîne.
Ya jî Kurdistanê ne welatekî cihê, wê jî wek Tirkiyê dibîne û dixwaze AKP demokrasiyê bîne welatê wî.
Dêmek nav têrê nake, ya muhîm praktîk e, siyaset e û meriv bi kîjan çavî li bûyeran dinêre û li hemberî bûyeran şêleke çawa digre.
Gelek kurd li gel ku ne di nava tevgerên tirk da ne, li gel ku berpirsiyarên partiyên kurd in jî, lê di praktîkê da xwe wek unsûrên, beşên civata tirk û Tirkiyê dibînin.
Ev jî ji ber ku ne xwediyê şiûr, perspektîv û siyaseteke kurd û Kurdistanî ne lema wiha li mesela dinêrin.
Ev şêla Abdulmanaf îspata wê yeke ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE