11 juli 2016

Bi xweziyan dest nagihîje baqê keziyan

Ji bo ku em bigihîjin îdalên xwe fedekarî û xebateke bi îstîkrar lazim e. Bêyî fedekarî, bêyî xebat meriv nagihîje îdelaên xwe.
Bi gotegotê meriv naçe cot.
Bi xweziyan dest nagihîje baqê kziyan.
Riya herî dirêj bi gava pêşî dest pê dike.
Riya me çuqasî dûr û asê û bi vîraj be jî  çare ne rûniştin û bêhêvîtî ye; çare birêketin e, meş e…
Ji bo ku meriv bigihîje hedefa xwe ya herî dûr û herî zahmet dibê meriv bi rê keve, bimeşe, biweste, xwîdanê vemale…
Em kurd herî kêm ev 300 sal in, me guh daye gazî û hawara Ehmedê Xanî, me daye ser riya wî, ser riya serxwebûnê û Kurdistaneke azad.
Riya me pir ajot, pir dûr kişand rast e, lê hin rê dirêj in, nabe em ji vê riyê vegerin, emê dom bikin heta ku em digihîjin hedefa xwe. Yanî Kurdistana azad û serbixwe…
Bîna her kesî têr nake vê riya dirêj, asê û bi vîraj heta dawî bidomîne. Dibê em viya bizanin. Hinekên di nîvê rê da biwestin û paş da vegerin, hinekên ji bo vegerê qal û qîlan bibînin, hinekê bi rê da bêhêvîtiyê belav bikin, bibêjin ev rê şaş e, dibê em vegerin, herin bidin ser riyeke din.
Dibê meriv guh nede uftekuft û nûzenûza kesên bêtaqet, kesên bêhîvî û bêîdeal.
Riya Kurdistana serbixwe, riya dewleteke kurd riyeke dirêj, asê û bi vîraj be jî riyeke rast e, dibê em ji vê riyê dernekevin. Pir çû hindik ma, bawer bikin ev koç zû dereng ewê bigihîje hedefa xwe…

XXX
Li gorî şîreta zanayekî li dunyayê du qaîdeyên esasî hene dibê meriv qet ji bîr neke:
-Ji jahrê şîfa, ji zaliman wefa nayê payin.
Dijminên me ji zaliman jî zalmtir in, lema jî dibê em tu carî ji wan merhameteê û wefadariyê nepên.

XXX
-Dostên rastî dişibin stêrkan, gava her der reş û tarî dibe berê ew xuya dikin.
Û ew dost jî nuha gelkî kêm in. Dunya qahpik wek gelek tiştên din, dostî û hevaltî jî cilq kir, kir wek zebeşî kurmî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE