28 juli 2016

Camêr him li dijî dewleteke kurd e û him jî serokê gerîlla ye



Endamê konseya KCKê Riza Altun, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Sefîr da dîsa li dijî dewleta kurd derketiye û gotiye:
”Avabûna dewleteke kurd ewê probleman zêde bike. Em doza kurd wek dozeke netewî ya teng nabînin. Her dewleta ava bûye, bûye sebebê probleman, lema jî em li dijî avabûna dewleteke kurd in. Ji dêlî deleteke kurd û cihêbûnê em ji bo hemû însanên herêmê mucadeleya azadiyê didin.” 
Altûn, li ser Kurdistana rojava jî gotiye:
”Ji bo bakurê Sûriyê em federasyonê dixwazin. Di eynî wextê da em dixwazin navê Rojava ji sîstema federal derkeve. Ji ber ku navê Rojava, federasyona kurdan tîne bîra meriv. Li Bakurê Sûriyê gelek gelên din hene. Rojava jî perçeyekî coxrafya Sûriyê ye.”
Bira Kurdistan li wir bimîne, mêrik tew wa ye li dijî navê ”rojava” ye jî, dibêje bîna kurdayetiyê ji gotina ”rojava” tê, lema jî dibê ev nav tunebe.
Kurdekî, siyasetmedarekî, heta dost û xêrxwazekî kurdan jî riyeke hewqasî xerab nade ber kurdan, ji miletekî wek kurdan bindest ra nabêje dewlet xerab e û lema dibê kurd nebin xwediyê dewletekê.
Lê Altûn dibêje. 
Û ne tenê dibêje wek partî ew dewleteke kurd ya serbixwe naxwazin, dibêje ew li dijî dewleteke kurd in jî.
Ev jî pir muhîm e, meriv kane Kurdistaneke serbixwe neparêze lê gava hinekan parastinn ne li dij be, bibêje ev heqê wan e.
Bes Altûn li dij e û dibê je dewlet xerab e. 
Lê Altûn ne li dijî her dewletê ye, tenê li dijïîdewleta kurd e, nabêje em li jdî dewleta tirk in û em dixwazin wê ji ortê rakin. Nabêje gerek Îran, Îraq û Sûriye wek dewletên netewî nemînin. 
Na, tiştekî wiha ebeden nabêje. Ew tenê li dijî dewleteke kurd e, tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Altûn hewqasî li dijî navê kurd û Kurdistsanê ye, ji rojavayê Kurdistanê ra wek tirkekî, wek berpirsekî AKPê dibêje ”bakurê Sûriyê”, dibêje bira navê ”Rojava nekeve sîstema federal, heger têkevê ewê kurdan bîne bîra însanan. Ji ber ku gelên din jî li wir dijîn lema jï dibê bîna kurdayetiyê ji federastonê neyê.
Li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî azerî, ereb, tirkmen, asûrî û tirk dijîn, li gorî vê teoriya Altûn dibê kurd li her çar perçên Kurdistanê jî dev ji navê welatê xwe berdin, ji ber ku gelên din li Kurdistanê dijîn dibê kurd ji Kurdistanê ra nebêjin Kurdistan.
Ev yek ne karê aqilan e...
De îcar yê li dijî navê ”rojava” be ji xwe sed carî li dijî navê Kurdistanê ye. 
Yanî camêr him li dijî dewleta kurd e û him jî li dijî navê Kurdistanê ye.
Û ev mêrik ev 32 sal in derketiye serê çiyan û şerê gerîla dike. Partiya wî heta nuha bi dehhezaran ji bo azadiya kurd û Kurdistanê şehîd dane. 
Kesên derketin serê çiyan ji bo Kurdistaneke azad derketin, bi wê armancê bûn gerîla û bûn cangoriyên welatê xwe.
Lê piştî 32 şerê çekdarî, piştî bi dehhezaran şehîd û bedelekî pir mezin û giran, Altûn nuha rabûye wek miliyetçiyekî tirk ji me kurdan ra dibêje dewleta kurd tukaka ye , problem e, lema jî dibê kurd dewleteke serbixwe nexwezin.
Bi dîtina min van kesan carê dane ser riyeke şaş, bêfeyde û ji bo kurdan pir bi zirar. 
Bi gotinê, bi rexnekirinê, yanî em çi bikin jî van camêran dev ji vê siyaseta xwe ya malwêran bernadan.
Mêrik nikane gundekî, bajarekî kurdan ji bindestê tirkan tenê rizgar bike, qala rizgarkirina herêmê dike, dibêje ew ji bo hemû gelên herêmê şer dikin.
Berê jî min çend caran nivîsî, bi baweriya min ne hewce ye meriv zêde serê hev biêşîne, kurdên Kurdistanê, dewletê dixwazin, kurdên dixwazin navê welatê wan Kurdistan be, dibê êdî dev ji hevaltiya Riza Altûn berdin û ji xwe ra li riyeke din bigiren.
Altûn wa ye naxwaze li Sûriyê jî navê Kurdistanê were hildan, dixwaze navê Kurdistana rojava jî bike ”bakurê Sûriyê”, wek tirk ji Kurdistana başûr ra dibêjin ”kuzey Irak” yanî Iraqa bakur.
Kesê hatibe vê nuxteyê ji kurdan ra tiştekî bi ser avê naxwe, heyfa hewqa şerhîd, malwêranî û keda vî miletî ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE