17 juli 2016

Destega kurdan ya bi Erdogan ra ez pir bêhêvî kirime



Piştgiriya kurdan ya bi Erdogan û AKPê ra min gelkî bêhîvî dike.
Ez dibêjim di vî miletî da kêmasiyek heye lema heta nuha bindest maye û nebûye xwedî dewlet.
Li herêma ma tirk, ereb, faris, azerî, tirkmen, belûc, qirgiz, gurc, tacik, ozbek, qazak, afgan, ermen hemû bûne xwedî dewlet.
Li herêmê miletê nebûye xwedî dewlet û bûye bindestê hemû cîranên xwe tenê kurd in.
Dibê sebebekî vê yekê yê qewmî, civakî, sosyolojîk hebe.
Çima cîranên me hemû, hinekên wan ne ji dehan yekê kurdan in, bûne xwedî dewlet, tenê kurd nebûne, li herêmê tenê ew bindest û kole mane…
Ev ne normal e, di vir da miheqeq seqetiyek heye, gelşek, sebebekî sosyolojîk û antropolojîk heye.
Ez dibêjim sebeb ne neşareziya serokan tenê ye.
Di dîroka me da gelek serokên baş û jîr derketine, lê dîsa jî nikanîbûna yekîtiya kurdan çêkin.
Cîranên me yên bûne xwedî dewlet ne ku serokên wan ji yên me jîrtir bûne lema gihîştine azadiya xwe.
Na, ne wiha ye, sebe ne ev tenê ye.
Problem di milet da ye, milet dev ji zilamtî û xulamtiya dijminê xwe bernade.
Serok çi dikin jî nikanin yekîtiyeke netewî çêkin.
Şêx dibin serok, axa û beg dibin serok, çep dibin serok pere nake, qismek ji dijmin dûr dikeve, lê qismekî mezin ji dijmin qut nabe. Û ne tenê qut nabe, di ser da şerê kurdan dikin, dibin cahş û tim di refên pêşî da êrîşî kurdên azadîxwaz dikin.
Di wêrankirina bajarên kurdan da bi kêmanî 6-7 hezar cahş jî bi leşkerên tirk ra şerê zarokên xwe kirin.
Heger di ruh û mejiyê, aqilê, hestên me kurdan da geleşeke, kêmasiyeke genetîk ya jî kêmasiyeke din tunebe, piştî vê felaketa AKPê û Erdogan anî serê kurdan, çawa dibe hewqas kurd hîn jî heyranê Erdogan in û hîn jî vê destegê didin AKPê ?
Ev şêla kurdan, ev destga kurdan ya bi Erdogan ra ji do da ye hestên min serobinîhev kiriye, ez ji kurdan pir bêhêvî kirime…

XXX
Kurdên do bûn hewariyê demokrasiyê û antî cûntacî dibê ji mitefikên xwe ra bibêjin çima êrîşî kurdan dikin, kurdan çi kiriye?
Şervanên demokrasiyê, çeteyên Erdogan li 3 bjaran êrîşî HDPê kirine.
Li gorî xebera Rûdawê parêzvanên Erdogan û demokrasiyê li Stenbolê li taxa Gaziyê û li gelek derên din êrîşî kurdan û kurdên elewî dikin. Li ku derê kurdekî dibînin lêdixin.
Dêmek kurd li hemberî cûntayê derkevin jî, piştgiriyê bidin Erdogan û AKPê jî têrê nake.
Îktîdara xwedêgirvaî ji cûntayê çêtir, siwîlên xwedêgiravî ji leşkeran demokrattir dîsa jî kurdan wek dijminekî dibê serê wî were pelixandin dibînin…
Kurdên parêzvanên demokrasiyê û li dijî cûntayê ne dibê ji mitefikên xwe ra bibêjin çima êrîşî kurdan dikin, kurdan çi kiriye?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE