12 juli 2016

Dibê hemû partiyên kurd li hemberî vê plana tahlûke dengê xwe bilind bikin



Dibê hemû partiyên kurd ji nuha da dengên xwe li dijî bicîkirina ereban ya li Kurdistanê bilind bikin
Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala gotiye ewê mafê hemwelatîtiyê bidin erebên Sûriyê û tirkên Axîskayê.

Ji xwe çend roj berê serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan jî di vegera xwe ya ji civîna NATOyê da gotibû ewê koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê di kampan da ne bikin hemwelatiyên Tirkiyê û dû ra jî li hin herêman belav bikin.
Erdogan û Ala navên herêman negotin, lê bi îhtîmaleke mezin herêmên ew difikrin Kurdistan e.
Ji xwe dewleta tirk berê jî hin qirgiz û tirk li Ercîşî, Xelatê û Erzîncanê bicî kirine.
Miheheqeq dixwazin 2-3 milyon erebên Sûriyê jî li hin bajar û herêmên Kurdistanê yên stratejîk belav bikin.
Ji roja dewleta tirk ya pînc û faşîst ava bûye û vir da ye mahciran li Kurdistanê bi cî dikin û bi vê vê riyê dixwazin  demografiya Kurdistanê biguherînin.
Wê salê jî ji Afganîstanê  bi hezaran ozbek anîn li Serê Kaniyê bi cî kirin, xistin nav çavên kurdan. Hemû kirin xwedî erd, mal û hal.
Dewlet li her dera Kurdistanê van mahciran li hemberî kurdan wek sîxur, wek hêzeke alîkarê polîs û leşkeran bi kar tîne. Yanî bi sedhezaran polîs û leşkerên li Kurdistanê ne bes in, van mahciran jî dikin hêza cîgir.
Ji alîkî da li Kurdistanê qetlîam û terorê dimeşînin û bi vê riyê bi milyonan kurdî ji Kurdistanê derdixin û mahciran dixin dewsa wan û ji aliyê din da jî bi asîmîlasyonê dixwazin kurdan bihelînin û li Kurdistanê bikin hindikayî.
Ev mesela hemwelatîtiya erebên Sûriyê meseleyeke pir cidî ye, dibê hemû partiyên kurd, hemû şexsiyet û ronakbîrên kurd ji nuha da bi şîdet li hemberî vê planê  derkevin. Li hemberî vê plana hukûmeta AKPê  ya faşîst bêdengî, pasîfî qebûlkirina guhertina demografiya Kurdistanê ye, qebûlkirina siyaseta dewleta tirk ya faşîst û jenosîst e.

XXX

-Gava tu li hemberî neheqiyê serê xwe bitewînî bi heqê xwe ra tu şerefa xwe jî wenda dikî.
Heger tu naxwazî şerefa xwe wenda bikî li hemberî neheqiyê, zulmê û bêedaletiyê bêdeng nemîne.
Nebe hevalê zalim û zulimkaran. Li Kurdistanê hevaltiya zaliman û dewleta îşxalkar namerdiye.



XXX
Li Tirkiyê diz, merivên bêar, bêheya nuha li ser hukim in. Merivê bêar gava xurt dibe, gava dibe xwedî hukim û desthilat, yên bi heq dibin sûcdar û neheq.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE