27 juli 2016

Erdogan bûye hûtê heftserî



Erdogan bûye cinawir, bûye hûtekî heftserî, kî derdikeve ber dixwe; dide girtin, ji kar davêje.
Qurbanên vî hûtê heftserî yên îro 47 rojnamevan in.
Tirkiye û Kurdistana bûye weletekî tirsê û xofê.
Li welatekî gava kesên wek Nazli Ilicak, Alî Bûlaç, Hîlmî Yavuz, Şahîn Alpay, Mumtazer Turkone werin girtin, li wî welatî êdî ewlekariya tu kesî, tu fikrê, tu muxalefetê tuneye.
Tu ferq êdî di nabêna Koreya bakur, Çînê û Tirkiyê da tuneye, Tirkiye jî êdî welatekî wek Çînî û Koreya bakur e.
Êdî kes nikane li Tirkiyê qala zerreya demokrasiyê, mafên însanî û azadiya fikrî bike.
Demokrasî jî, azadî jî bi qasî destûra Erdogan dide, ya meriv tirşikçiyê Erdgaon e ya jî dijminê wî ye.
Tirkiye bi hemû dem û dezgehên xwe ve bûye malê Erdogan, bûye wek şîrketeke wî ya şexsî, dilê wî çawa dixwaze wwer îdare dike…
Heger ewê her kesê demakê bi Fethulah Gulen ra havaltî kiriye, pesnê wî û xebatên wî daye, di kovar, rojname û telewîzyonên wî da xebitîye, nivîsîye werin girtin, berî her kesî dibê Erdogan, Davutoglu, Bozdag, Arinç, Gul, Çîçek, Şahîn werin girtin; heta hemû avakar/danêr û berpirsiyarên AKPê jî werin girtin. Ji ber ku ji her kesî bêtir ew hevalên Gulen bûn.
Ji Çetîn Altan, Demirel bigre, heta bi Cengîz Çandar, li Tirkiyê ji baskê rastê siyasetmedarê, nivîskar û întellektuelê pesnê Gulen nedaye, ji xebat û faalîyetên wî yên panturkîst û antî-kurd ra li çepikan nexistiye tuneye.
Lema jî ne 47 kes tenê, dibê bi hezaran û di serî da jî Erdogan were girtin.
Ji ber ku hevaltiya Erdogan ya bi Gulen ra pir kevn e û ji ya her kesî bêtir û kûrtir e,.Ne Erdogan û hukûmeta AKPê bûya nuha Gulen di zindanê da bû û tu carî jî hewqasî xurt nedibû.
Yê tevgera Gulen xurt kir, pêşî li zanîngeh, meketeb û malên ”işik/ronahiyê” vekir, di nava her qedemeya dewletê da merivên Gulen bi cî kirin, xistin nava artêşê û polîsan Erdogan û hukûmeta wî ye, wan ev îmakana mezin da Gulen û tevgera wî.
Îcar Erdogan xwe wek dîkê spî dide aliyekî û Nazli Ilicakê û Alpay û nizanim kê digre.
Rast e, Nazli Ilicakê jî û van 47 kesên hatine girtin gelkî pesnê Gulen dane, lê yên zilamên Gulen di nava dewletê da bi cî kirin ne Ilicak û ev kes in, Erdogan û îktîdara wî ye.
Alî Bûlaç, Nazli Ilicak, Cengîz Çandar, Turkone, Alpay yanî 47 kesên îro hatine girtin, heta demek berê jî propagandîst û heyranên Erdogan bûn, radibûn û rûdiniştin û pesnê Erdgoan û îktîdara wî didan. Lê îro Erdogan li hemberî wan bûye hûtekî heftserî û wan jî dixwe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE