30 juli 2016

Erdogan çima wek berê zêde xwe li HDPê ranakişîne ?




Çendakî berê bi emir û fermana xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh sultan Recep Tayyip Erdogan, îmunîteya(dokunulmazlik) parlamenterên HDPê hat rakirin. Erê ev yek di rû da ne ji bo HDPê tenê bû, lê her kes zane hedef tenê HDP be.
Îcar ji bo ku mesele zêde beloq nebe û bînin usûlê ji mecbûrê qanûneke ji bo hemû parlamenteran derxistin.
Lê hedef tewqîfkirina çend parlamenterên HDPê bû.
Lê li gel ku di ser bûyerê ra zêdeyî du mehan derbas bûye hîn jî neçûne ser HDPê.
Erdogan wek berê xwe zêde li HDPê ranakişîne, ji wê bêtir dajo ser merivên Gulen.
Helbet Erdogan bela sebeb xwe li hemberî HDPê kerr nake, miheqeq xwedî pîlanek e nuh e.
Mêrik raqib û dijminên ewê ji ber xwe da bixînin dixe dorê, lê carnan li gorî guherîna şertan dorê diguhere.
Do hewce bû HDPê ji meclîsê bavêje û çend parlamenterên kurd bavêje hefsê, nuha ew dor û rojev guhert û îcar tiştekî din, mesela darbê derxist pêş.
Îcar çima wiha kir, çima mahkimekirina parlamenterên HDPê sekinand, çima wan nakşînin ber mahkiman ez tam nizanim. Lê tiştê ez zanim miheqeq sebebekî vê guhertinê heye, lema nuha ev mesele texîr kir.
Lê HDP, kurd her di lîsteya Erdogan ya neyaran da ne, di lîsteya kes û hêzên dibê ji ortê rabin û werin pelçiqandin, werin baskokirin da ne.
Îro nebe, ewê sibe here ser HDPê, dosye li ber destê wî ne, ew çi bixwaze wiya bi dewletê û hukûmetê dide kirin. Nuha ji xweli Tirkyê ew xwdiyê her tiştî ye, li jor Xwedê, li jêr ew e.
Nuha dixwaze îşê hevalên xwe yê berê, îşê cimata Gulen efendî biqedîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE