16 juli 2016

Heger demokrasî ev e ez li dijî demokrasiyê me



Tiyatroya darbeya leşkerî ya do nîşan da ku di nava kurdan da dost û dilxwazên AKPê û Erdogan çiqasî pir in.
Navê piştgiriya îktîdareke antî kurd, faşîst û serokekî irqçî, nazîst kirin parastina demokrasiyê (!)
Îktîdara AKPê ne demokratîk û meşrû ye.
Erdogan ne serokekî meşrû ye.
Erdogan bi hîle û xurdan, bi zorbatiyê îktîdara xwe didomîne.
Û heta sax be jî kes nikane îktîdarê ji wî bistîne. Bedelê wê çi be jî, ewê tu carî îktîdarê ji desrê xwe bernede.
Lema jî tu ferqeke Erdogan û genralekî darbecî tuneye.
Di dîroka komara Tirkiyê da tu îktîdarekê bi qasî hukûmeta AKPê û Erdogan zirareke mezin nedaye miletê kurd.
Kîjan cûnta were ser hukim ewê jî ancax bi qasî Erdogan û îktîdara wî zirarê bide kurdan.
Lê ferqa Erdogan ji lîderên tirk yên din, ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernede pir zîrek e, her riyê û metodê mubah dibîne.
Her wisa wî devê kîs jî baştir vekir, perê diziyê li der û dora xwe belav kir û bi vê riyê gelek însan zengîn kir, kirin hevalên xwe. Ji nava kurdan jî gelek kurdên bêxîret kirîn, di bin gelek nav, kar û rutbeyan da bi hezaran kurd kirin zilamên xwe.
Nuha jî ew kes nankoriyê nakin û şûrê Erdogan dikşînin. Dibê meriv viya bibîne.
Çiye, çi ye, efendim li dijî darbeyê demokrasiyê diparêzin!
Heger demokrasî ev e ez li dijî demokrasiyê me, ez demokrasiyeke wiha nazwazim.
Di rastiyê da îro li Tirkiyê hukûmeteke demokratîk û meşrû ne li ser hukim e. Îktîdara Erdogan û AKPê ne meşrû ye, bi hîle û zorbatiyê îktîdarê ji dest xwe bernadin.
Bi dîtina min îktîdara AKPê jî cûnta ye, cûntayeke siwîl e. Hilbijartinên 7ê hezîrana par jî darbeyeke Erdogan bû. Lema jî ferqa Erdogan ji generalekî rutbeya wî tuneye.
Lê bi zalimî û bi neyartiya xwe ya li hemberî kurdan û bi siyaset û îdeolojiya xwe ya panturkîst, irqçî û nazîst ji generalekî herî faşîst jî xerabtir e.
Li Tirkiyê çuqas teqîn çêbûne, ya balafirxaneya Stembolê jî tê da, bi baweriya min di hemûyan da tiliya zilamên Erdogan û MITê heye. Hemû jî ji bo ku îktîdara xwe wenda neke, xurt bike da kirin.
De îcar ji bo çi ezê li hemberî leşkeran piştgiriya vî merivê neyarê miletê kurd, vî merivê faşîst û ceberrût bikim?
Yek ji yekî xerabtir e, kurd ne mecbûr in di nava celadên xwe da, di nava faşîstan da tercîhekê bikin, li dijî yekî piştgiriyê bidin yekî din.
Yên li ser navê parastina demokrasiyê da piştgiriyê didin Erdogan û îktîdara AKPê, piştgiriyê didin zulm û terora hukûmeta AKP li hemberî kurdan dimeşîne. Piştgiriyê didin terora dewletê ya li Kurdidistanê, piştgiriyê didin wêrankirina bajarên kurdan.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE