20 juli 2016

Îslamîstên tirk milet kêmaqil dihesibînin

Ev îslamîstên tirk merivên pir bêrû û pir bêheya ne, ji kemalîstan jî xerabtir û çamûrtir in.
Wa ya dest pê kirine dibêjin efendim pîlotê balafira Rûsyayê xist merivê FETO ye, ji bo ku nabêna Rûsyayê û Tirkiyê xera bibe bi qestî balafir xist. 
Û Alpaslan Çelîkê pîlot kuşt ew jî ji wan e û ji xwe wa ye sawcî ji nuh ve di heqê wî da dest bi lêpirsînê kiriye.
Gava balafir xistin ji Erdogan bigire heta bi serokwezîr Davutoglu, hemûyan gotin me rast kiriye, ma baş kiriye, ji ber ku sînorê me derbas kir lema me xist. Me li gorî angajmanan hereket kiriye.
Lê nuha dixwazin wê jî têxin hustuyê Fethullah.
Rojek piştî xistina balafirê, serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu li meclîsê di grûba AKPê da axaftinek kir û got:
”Emrê xistina balafirê min bi xwe da.”
Wê demê Davutoglu jî endamê FETO ye û dibê ew jî were girtin. Ji ber ku wî emir daye.
Erdogan jî eynî rojê(24/11-15), piştî xistina balafirê bi çend saetan xistina balafirê bi heraret parast û got:
”Vê sibehê balafireke aîdiyeta wê ne diyar saha me ya hawaî îhlal kir, li gel hemû îqazan jî dev ji îhlalê berneda. Li gel deh ca îxtar jî vê balafira nenas tam 5 deqîqeyan sînorên me îhlal kir û dû ra hat xistin. Ev yek li gorî qaîdeyên angajmanên me îlan kiriye. Hedîse ev e...”
Medyaya AKPê û tirşikçiyên Erdogan jî wê demê b i heraret xistina balafirê diparastin û digotin Tirkiye bi heq e, dibê Tirkiye sînorên xwe biparêze…
Lê nuha hemû bi hev ra dev diguherin, çerx dikin û dixwazin wê jî têxin hustuyê Fethullah.
Însan hewqasî însan bêrû û rezîl nabe, hewqasî jî telaqreş û bêbext nabe.
Lê ji îslamîstan ra sînorê viran û bêrûtiyê tuneye, qet li ber xwe nakevin, çimkî bi mêrikna ra heya tuneye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE