29 juli 2016

Ji bo min berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye

Ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.

Gava hewce be tirkên ji her fikir û îdeolojiyê, tirkên ji bawerî û partiyên cuda tavilê wek bira destên xwe didin hev û bi hev ra li welat û dewleta xwe xwedî derdikvin. Ji bo wan welatê wan ji her tiştî muhîmtir e.
Mebûs û endamên CHPê û AKPê do li meydana bajarê Eskîşhehirê di mitînga ”Ji bo weten/welêt em di nobetê da ne”, bi hev ra derketine hemberî milet û bi hev ra gel silav kirine.
Serokê MHPê Develet Bahccelî, ji xwe êdî wek aqilmendekî Erdogan hereket dike û aqil dide Erdogan.
Ferdên miletekî, heger şiûr û hestê netewî pê ra hebe, di rojên giran da ferqiyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û bi hev ra welatê xwe û dewleta xwe diparêzin.
Wek tê dîtn tirk îro ji îslamiyan bigre, heta bi faşîst û sosyal demokratan, ji bo ku dewleta xwe ji perçebûnê, ji zirarê biparêzin dibin yek.
AKP. MHP, CHP qet ferq nake, tirkên ji her fikir û baweriyê bi hev ra ”nobeta demokrasiyê” digrin, yanî li welatê xwe, li berjewendiyên xwe yên netewî xwedî derdikevin.
Em kurd ji vê şiûrê, ji vê zanînê pir dûr in. Em hîn jî gelşên xwe yên hizbî, dînî, siyasî û îdeolojîk di ser berjewendiyên netewî ra digirin.
Em hîn jî îdeolojiya xwe, fikrên xwe yên dînî û hizbî ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê muhîmtir dibînin.
Em dev ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê berdidin, lê dev ji fikrên xwe bernadin.
Û ji bo ku heta nuha tim wiha bûye, lema tirk, ereb û faris bûne xwedî dewlet û em kurd jî mane bindest û kole.
Ez bi xwe ji bo her feydeya kurd û Kurdistanê, ji bo yekîtiya kurdan, ji bo çêbûna Kurdistanê kanim fikrê xwe jî û îdeolojiya xwe jî bidim aliyekî, kanim bi her kurdî ra, bi her hêzê û partiyê ra bixebitim û hevakriyê vikim.
Çimkî ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE